Serrûpel Magazîn Binêrin vî karsazê Kurdê rojavayê Kurdistanê çi kir? (FOTO)

Binêrin vî karsazê Kurdê rojavayê Kurdistanê çi kir? (FOTO)

Belav bike

Şêrwan Îbrahîm, karsazekî Kurdê rojavayê Kurdistanê ye, hemwelatiyê Hollanda ye, û li başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê dijî, nimûyeke balkêş ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê nîşan da.

Îbrahîm ku restaurant û kafêterya Amazon bi kar tîne, ku yek ji cihên gelekî başe li Hewlêrê, kincên piştgiriya referandumê li karmendên xwe kir û bi xwe jî di nava wan de rawestiya û got: Erdê serxwebûnê bi qasî ferehiya Vatikan be, bi qasî gora Mele Mistefa be, yan jî bi qasî gora şehîdekî, yan bi qasî çavê Mazlum Dogan be jî, ez bi xwexwebûna Kurdistanê û referanduma serxwebûnê re me….

Şêrwan Îbrahîm ji Qamişlo ye, salên dûr û dirêj li Hollanda mabû, û niha li Hewlêrê dijî.