Serrûpel Magazîn Klîpa şehîd Şîfa hate çêkirin (Vîdyo)

Klîpa şehîd Şîfa hate çêkirin (Vîdyo)

Belav bike

Helbestvan Dildar Mîdî helbestek li ser şehîd Şîfa Gerdî nivîsandiye û Koma Serxwebûn jî ew kir stran û klîba wê çêkir.

Klîb di Çileyê Şîfa de wê were weşandin.

Şîfa Gerdî kî bû?

Şîfa Gerdî (Şîfa Zikrî Îbrahîm) (1’ê tîrmehê, 1986 – m. 25’ê sibatê, 2017), bêjer û rojnamenivîseke kurd bû, di Rûdwê de kar dikir. Di dema şerê li Mûsilê de, di teqînekê de jiyana xwe ji dest da.[1]

Şîfa Gerdî di sala 1986an de li herêma Ûrmiyê hatiye dinyayê[çavkanî pêwîst e]. Malbata wê koçber bû. Wê di 2006an de piştî derçûna beşa ragihandinê ya zanîngeha Selahedînê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û yek ji rojnamevanên diyar ên Kurdistanê bû û li çend saziyên ragihandinê yên Kurdistanê kar kiriye.

Di dema tîma rojnamevanan romalkirina şerê Daişê li rojavayê Mûsilê dikir, bombeyeke çandî nêzîkî tîma televîzyona Rûdawê teqiya û di encama teqînê de karmenda Rûdawê jiyana xwe ji dest da û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bû.