Kovara BÎR: Di rewşa îroyîn a Rojhelatanavîn de Rusya, Çîn, Îran, Sûrye û grub û rêxistinên bi wan ve girêdayî, armanc û îdeolojîya wan çi dibe bila bibe, bûne parastvanên rejîmên dîktator û statuqûyê. Gelo ev xeta statukoparêz a berhemê dema Şerê Sar, dikare çi tesîr li ser guhartinên di Rojhelatanavîn de bike?
Bayram BOZYEL: Rojhelatanavîn, ji alî dewlemendiyên binerd, bi taybetî jî ji alî neft, gaz û serçavîyên enerjî yên wekî din, û di eynî wextê de ji alî jeostratejiya xwe, bi her awayî xwedî giranîyek û grîngîyek mezin e di qada navnetewî de. Di ser de, Rojhelatanavîn gelek nakokî, şer û dijayetiyên olî, mezhebî, etnîkî dihebîne û ev jî bo mudaxele û tevdana hêzên navneteweyî zemînek musaît pêktîne. Ji van sedeman, mirov dikare bi rehetî bêje ku pêvajoya ku li heremê diqewime, xwedî potansiyelêk usa ye ku dikare paşeroja dinyayê tayîn bike.
Îro Rojheletanavîn li ser esasê mîxfera Şiî û mîxfera Sûnnî bûye du şeq. Her çiqas li pişt mîxfera Sûnnî Amerîka û Yekîtîya Avrupa hebe jî ev enî (mîxfer) ne enîyek homojen e. Wek tê zanîn welatên wek Tirkiye, Katar û Suudi jî di nava wî, yan jî li pişta vê xetê de cihê xwe digrin. Di tabloyek usa de dema mirov vê mîxferê wek guhartxwaz bi nav bike, divê mirov hîn bi îhtiyat tevbigere, bi taybetî jî li ser navê Kurdan. Lê tevî pirsgirekên navkirina vê cenahê û tevî helwestek bi îhtiyatî, carde jî menfeetên Kurdan û ya vê bereyê nêzîkê hev xuya dikin.
Bêşik; Rusya, Çîn, Îran, Suriye û Hizbullah xeta statûkoparêziyê temsîl dikin û di heman demê de li ser zemîna Şiîtîyê hebûna xwe dimeşînin. Belê, ev hêzên ku em behsa wan dikin, wek numune Rusya û Çîn dewletên super tên hesibandin û giraniya wan ya navnetewî hîn jî didome. Herweha Îran jî dewletek ji rêzê nîne û di warê kevneşopiya dewletbûyinê de xwedî mîratek xurt e.
Ji ber vê yekê, têkçûna van hêzan ne hêsan e û xuyaye li hember guhartinên Rojhelatanavîn heta dawi wê li berxwe bidin. Û bibin sebeb ku ev pêvajo bi zêde bi êş û bi xwîn derbas bibe. Lê tiştek heye ku guhartin nayê sekinandin. Daxwazên civat û milettan yên azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê û aşitiyê nayên fetisandin. Pêla azadî û demokrasiyê ku ji alî xortek 26 salî, Muhammed Buazizi li Tunusê destpêkiribû, di nava gelên herêmê de ji nûha ve riya hişyarî û dînamîzmek mezin vekiriye.
Kovara BÎR: Dema ku em bala xwe bidin li ser rewşa giştî ya Rojhelatanavîn, guhartinên li herêmê û rewşa Îran, Sûrye û Kurdistana Sûryeyê bînin ber çavê xwe, di demeke nêzîk de bi taybetî ji bo kurdên Suryê û bi giştî jî ji bo kurdên din, paşerojekî çawa li benda(pawiga) me ye?
Bayram BOZYEL: Xuyaye pêla guhartinê ya ku li serê 2010an li Tunusê destpêkir, hat gihişt Suriyê û nûha li wir asê bûye. Bi awayekî din pêşiya wî hatiye xetimandin. Xetimandin yan jî berxwedana dijwar ya li hember guhartina li Suriyê bilasebep nîne. Ji ber ku Suriye enîya/xeta pêşî, bi gotinek din xeta man û nemanê ya statûkoparêziya Rojhelatanavîn e. Suriye ji bo Îranê lûla bêhndayinê, deriyê Lûbnanê, pira nabeyna wî û Hizbullahê ye. Bi rehetî mirov dikare bêje ku, şerê ku nûha li Suriyê didome, ne şerê Suriyê yê navxweyî ye. Eksê wî, ev şer di serî de şerê du mîxferan, di pey de jî wek şerê du aliyên cîhanê diqewimê. Di vê çarçoveyê de rewşa Suriyê, him bi giştî, him jî bi taybetî ji bo Kurdan maneyeke xwe ya stratejik heye. Belê, belkî hejmara Kurdên Suriyê ne zêde ne. Lê him nifusa Kurdên Suriyê û him ji axa vê parçeya welatê me, wek dewamîyek xweza ya Kurdistana Tırkiyê tê hesibandin. Şik tune ku, azadîya Kurdên Suriyê, wê ji avakirina Kurdistana Federe ya li Iraqê zêdetir tesîr bike li ser rewşa Kurdên Tirkiyê. Rizgariya Kurdên Suriyê wê coş û hêviyek nû peyda bike ji bo tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurd li Tirkiyê. Jixwe sedemê nerehetiya Tirkiyê ya derbarê Suriyê jî ev e.
Ji alî din herkes dizane ku, dema rejîma Baas li Suriyê hilweşe wê dor were li ser Îranê. Îro, di Rojhelatanavîn de stuna statûkoparêziyê Suriye ye. Dema Suriye bikeve êdi zehmet e ku Îran li ser piyan bimîne. Bi kurtî, xilasbûna Kurdên Suriyê, wê deriyê azadiyê ji Kurdên Tirkiyê û Îranê ra jî veke. Tirs û xofa Îranê ya ji bo Suriyê, û tevî ku piştevaniya muxalefetê dike jî şik û tirsa Tirkiyê ji Kurdên wan bixwe ye.
Pirsa Suriyê û Kurdên wê derê beriya herkesî pirsa me Kurdan e. Divê ji bo piştigiriya tevgera Kurd li Suriyê, seranserê dinyayê em rabin ser piyan. Ji bo serkeftina birayên me yên li Suriyê, Kurd seferber bibin. Îro navçeya azadiyê ber Suriyê ve şemitî ye û divê em xwedî lê derkevin. Bi taybetî jî Kurdistana Federe divê deriyên xwe Ji Kurdên binxetê re veke û roja îro ya teng de wan hemêz bike.
Ev jî her diçe hewcedarîya sîyasetek Kurdîstanî ji her wextî zêdetir li me ferz dike.
Kovara BÎR: Di roja 27/10/2011 de bi beşdarbûna rêxistinên cûda, şexsîyetên serbixwe û ciwanên çalakvan ên Kurdistana Suryê Kongireya Niştimanî ya Kurd li Suryê hate girêdan û di dawîya Kongirê de Meclîsa Niştimanî ya Kurdên li Suryê hate hilbijartin. Di heman civîna Kongire û Meclîsa Niştimanî de ji bo çareseriya mesela kurdên li Suryê, digel hinek biryarên din, daxwaza “mafê çarenûsî ji bo miletê kurd” hate pejirandin. Hun vê biryarê çawa dinirxînin an jî ji bo dahatûya kurdên Suryê çi difikirin?
Bayram BOZYEL: Mafê çarenûsî mafekê rewa ye ji bo Kurdên Suriyê elbet. Em vê biryar an jî daxwazê di cîh da dibînin û piştevaniyê dikin. Ev maf wê çawa realîze bibe ew tiştekî din e. Dibe ku Suriye derbasê sîsteme federalî bibe û Kurd jî di axa xwe da bibin xwedî statuyek federe, yan ji bo Kurdan mafê otonomiyê were dayîn. Lê şiklê wê çi dibe bila bibe, mafê Kurdan heye ku li ser axa xwe bikaribin azad bijîn û di derbarê paşeroja xwe de ew bixwe biryar bidin.
Lê li alî din, ya herî baş birayên me yên li wir dizanin û li gor rewşa xwe ew çi biryar bigrin, emê rûmetê bidin û piştevaniya wan bikin.
Kovara BÎR: Hun dizanin ku li Hewlêrê bi piştgirîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji aliyê Kongreya Niştimanî ya Kurd li Suryê ve, Konferansa Kurdên Derveyê Suryê hate sazkirin. Bi tevî ku PYD(Partiya Yekîtiya Demokratî) jî vexwendîyê vê konferansê bû beşdar nebû. Digel vê jî serokê Konseya Rêvebirîya PKKê Murad Qereyilanî bi dijwarî Meclîsa Niştimanî ya Kurd li Suryeyê û Hikumeta Herêma Kurdistanê sûcdar kir û got “Siyaseta Hikumeta Herêma Kurdistanê xizmeta yekîtî û çareseriyê nake, ji bo yekîtiya vê parçeyê weke derbeyekê ye û hewldana kûrkirina parçebûnê ye.” Gelo hun derbarê Kurdên li Suryê û Kurdistana Suryê de, ev rexneyên PKK/PYDê û siyaseta wê çawa dinirxînin?
Bayram BOZYEL: Wek min di serî de jî destnîşan kiribû, îro li Rojhelatanavîn du enî/mîxfer hatine rûbirû. Yek jê ya li ser zemîna Şiîtî ye ku mirov bi rehetî dikare wî wek statûkoparêz destnîşan bike. Ya din jî ya Sûnnî ye ku bi xeta guhartinê re heta astek di nava paraleliyê de ye. Di vê dubendiyê de, PKK, mixabin xwe sipartîye xeta Şiîtî ya statûkoparêz. Siyaseta PKKê ya derbarê Suriyê û Kurdên Suriyê jî di vê çarçoveyê de birêve diçe.
Wek tê zanîn, sîyaseta PKK ya li Suriyê bi destê PYD (Partiya Yekitîya Demokratî) va tê meşandin. Bi gotinek din siyaseta PYDê ya ji PKKê cuda nîne, ya wê bixwe ye. Sîyaseta PYDê jî dîyar e. PYD paşeroja xwe li ser tîfaqa/hevalbendiya bi Beşar Esad re girêdayî ye. Ev tişt êdî ne dizîye, eşkere ye.
Meclîsa Niştimanî ya Kurd li Suriyê jî li dijê rejîma Baas cihê/pozisyona xwe eşkere kiriye. Di vê tabloyê de helwesta Meclîsa Niştimanî û ya PYDê sedi sed cuda ne û li dij hev in. Xuyaye Karayılan û PKK yekitiya Kurdên Suriyê di hevalbendiya Beşar Esad de dibinin, helwestên dijî Esad jî wek hewldanê perçebûnê dinirxînin.
Di eslê xwe da, sîyaseta PKK/PYDê ya li ser tîfaqa bi Beşar Esad dijî berjewendiyê gelê Kurd e . Ev helwest, herweha sedemê perçebûna tevgera Kurd e li Suriyê. PKK di pirsa Suriyê de di nava xeletîyek dîrokî de ye û ev sîyaset bi tevahî dijî azadiya Kurdan û herweha dijî meşa dirokê ye jî. Encamên vê siyaseta xelet ne tenê wê xusarê bide PKKê, wê gelê Kurd jî ji vê siyasetê gelek xusar bibînin.
Kovara BÎR: Muhalefeta(opozîsyona) Suryê di têkilîyên navnetewî de, êdî wek muhatabek meşrû tête dîtin. Lêbelê muhalefetê hetanî vê gavê di derbarê Suryeya piştî Beşar Esad de, bi taybetî jî li ser mesela netewî ya kurdên li Suryê, bernameyeke siyasî ya aşkere dîyar nekirîye yan jî bernameyekê wan ê wisa nîne. Li gor dîtina we, divê çarçoveya têkilîyên aliyê kurd û opazîsyona ereb çi be û li ser kîjan esasan be?
Bayram BOZYEL: Muxalefeta Suriyê bi çend alîyan ve bi problem e. Yek jê, di temsîla gelê Suriyê de qels e. Ya diduya, derbarê paşerojê de xwedî bernameyek rêk û pêk nîne. Ya sisiya jî, zêdetir di bin bandora Tirkiyê da ye. Sergêjî û nezelalîya muxalefetê ne tenê zeafiyeta wan ya ji sîyasî tê. Xuyaye di pirsa Kurd de Tirkîye hinek tiştan li muxalefeta Suriyê ferz/empoze dike. Di pirsa Kurd de xeterek din jî ev e ku nûha Amerika ji ber hin sedeman naxwaze pir zêde têkeve nava karên Suriyê. Sîyaseta xwe ya derbarê Suriyê sipartiye Tirkiyê. Bi gotinek din di mesela Suriyê de Tirkiyê daye pêş. Ev jî bandora Tirkiyê di pêvajoya ji nûh ve avakirina Suriyê de zêde dike. Sîyaseta Tirkiyê jî eşekere ye ku li dijî Kurdan e.
Bi raya min sîyaseta ku Kurd nûha li Suriyê dimeşînin di cîh da ye û rasteqîn e. Kurdên Suriyê pozisyona xwe li dij rejimê, ber bi guhartinê zelal kirine. Xwe zêde nadin pêş, lê ji qada tekoşînê jî dûr nakevin. Daxwazên xwe yên siyasî zelal kirine û dîyar kirine. Bi muxalefeta Ereb ra di nava dîyalogê da ne, lê rasterast di nava Konseya Neteweyî ya Suriyê da jî cih negirtine. Bi awayeke din, ji ber nezelalîya muxalefetê di nabeyna xwe û wan de mesafeyek hêştine.
Lê li gor baweriya min bi pêşveçûna pêvajoyê ve girêdayî, ji bo beşdariya di Konseya Neteweyî ya Suriyê de, wê zextên li ser Kurdan zêde bibin.
Li alî din Kurd bêyî ku dev ji daxwazên xwe berdin, ji bo avakirina demokrasiyek li gor prensîbên navneteweyî û ji bo sazumaneke plural dikarên bi muxalefeta Suriyê re hevkarî bikin. Û divê derê pêvajoyê nemînin, pêwendiyên xwe bi opozisyona Suriyê re qut nekin.
Xuyaye paşeroja Suriyê zêdetir wê bi destên hêzên navdewletî were tayînkirin. Ji bo vê jî, pêywendiyên Kurdan yên bi hêzên navdewletî re, bi taybetî jî yên bi Amerika û welatên Ewrupa re gelek muhîm in. Kurd bi saya van pêywendîyan û bi karên diplomasiyê dikarin di paşeroja Suriyê de bandora xwe hîn zêdetir bikin.
Kovara BÎR: Gelo li gor dîtina cenabê te, wateya pîlan û hewldanên Kofî Ennan çi ye û mimkune ku ev hewladan biserkevin?
Bayram BOZYEL: Bi ditina min armanca Plana Annan tenê dirêjkirina emrê rejîma Esad bû. Bi vî awayî hem li pêşiya înîsiyatîfên navneteweyî hatin girtin, him jî bi destê Milletên Yekbuyî Beşar Esad wek muxatap hat qebulkirin. Bi vî hewldana Annan, Esad xwest meşruiyeta xwe teze bike.
Lê tu tişt li gor Plana Annan neçû. Her ku çû qetlîam zêde bûn, kuştin dewam kirin. Wek tê zanîn çend roj berê li Homisê bajaroka Hulayê de qetlîmek çêbû. Di vê qetliamê de 49 zarok û 34 jin jî tê de 108 kes di carek da hatin kuştin. Bi vê qetlîamê êdî Plana Annan bi tevayî têkçû. Bi dîtina min piştî vê qetlîamê rêya mudaxela navnetewî vebû. Êdî ne mimkun e ku Yekîtîya Milletan rewşa Suriyê ji der ve temaşe bike. Lazime Beşar Esad ji ber van kiryarên xwe yên dijî mirovayetîyê û wek sucdarê şer were girtin û di Mehkema Navnetewî de were darazandin.
Kovara BÎR: Serok Barzanî roja 28.01.2012yê, di axaftina xwe ya bi minasebeta destpêkirina Konferansa Kongreya Niştimanî ya Kurd li Suryê de got, “înşelah em dê her îsal li vê derê û li vê ciyê konferanseka berfireh bo hemî hêzên Kurdistanî pêkbînin. Û mebest jî ew e ko em yek gotara kurdistanî raberî hemî miletên ko em digel wan dijîn û hemî cihanê bikin.” Gelo dema ku em rewşa civakî, sîyasî û rêxistiniya her çar parçeyên Kurdistanê bidin ber çavê xwe, pêkhatina konferansekî wesa mimkun e? Ku ev konferans çêbe dê armanca wê ya bingehîn çi be û beşdarvanên konferansê dê li gor kîjan pîvanan û bi rêbazeke çawa bêne dîyarkirin?
Bayram BOZYEL: Wek li jorê jî hat destnîşankirin, di heremê de serûbinîyek mezin diqewime. Ev pêla guhartinê wê herî zêde li ser rewşa Kurdan tesîr bike. Yên ku herî zêde bikaribin ji encama guhartina herêmê îstîfade bikin Kurd in. Ji bo vê yekê jî, ji Kurdan re sîyasetek Kurdistanî ( ji bo çar perçeyan) lazim e. Da ku Kurd bikaribin pêşwaziya pêvajoya nûh bikin. Ji bo pêkanîna sîyasetek mûşterek jî hewcedarî bi Konferansek berfireh heye ku di raya giştî de wek Konferansa Kurdistanî tê binavkirin.
Konferansek usa dikare ji bo pêkanîna sîyasetek mûşterek bibe destpêkek an jî zemînek. Herweha Konferans ji bo dîyalog û hevkarîya di anvbera hêzên çar parçeyan dikare nexşerêyek derxe holê. Wek nimune ji bo paşeroja Kurdên Suriyê, ji bo pisgirêkên ku Kurdistana Başûr rûbirû ye (îlankirina serxwebûnê jî di nav de), ji bo îstifadekirina ji rewşa Tirkiyê, ji bo piştevaniya hêzên navnetewî ji doza Kurd re, Konferans dikare aqileke mûşterek bibîne.
Konferans herweha dikare ji bo pêkanîna dezgeyên neteweyî yên mayînde ku çar parçeyan temsîl bike xebat bike.
Tevî ku mijara Konferansek usa bi sala ne ku di rojeva Kurdan da ye, heta nûha nehatiye lidarxistin. Ev Jî dide xuyakirin ku Konferans kareke ne hêsane. Zehmetiya Konferansê yek jê ew e ku hêvî û nerînên rêxistinên Kurdan yên derbarê Konferansê ji hev cûda nin. Ya din jî ferqiya di navbera pêvajo û pêwendiyên ku her yek parçeyên Kurdistanê di nav de ne. Ew jî sedemêke ku heta nûha Konferansek Kurdistanî nehatiye lidarxistin û nûha jî nayê lidarxistin.
Kovara BÎR: Di derbarê vî mijarê(babetê) de gotina we ya dawî çi ye?
Bayram BOZYEL: Bi raya min bi çi navî yan jî bi çi awayî dibe bila bibe, hewcedariya hevkarî, koordînasyon û pêkanîna sîyasetek mûşterek ya Kurdistnî li ser Kurdan ferz bûye. Ji bo vê, ne hewceye ku di serî de her tişt were îdealizekirin, ji bo Konferansek usa di serî de qeyd û şert werin destnîşankirin. Divê li ciyek mirov destpêbike. Qet nebe ji bo pêkanîna Konferansek, divê dayin û sendin çêbibin, civîn werin çêkirin. Em vê kari nekin, ez ditirsim wê hinek bi me bidin kirin.
Dengê Agirî01.06.2012