Li gor daxuyaniya Parêzgerê Colemêrgê Orhan Alimoglû dayî ragihandinê, artêşa Tirkiyê li çiyayê Xapoşkê li devera Robarokê derkete operasyonê. Di encama operasyonê de pevçûn di navbera gerîlayên PKK’ê û leşkerên artêşa Tirkiyê de qewimî. Di pevçûnê de heta niha ‘leşkerên Tirk jiyana xwe ji destdane û leşkerek jî birîndar bûye.’ Hêjayî gotinê ye, hetana niha operasyon didome û artêşa Tirkiyê bi helîkopteran leşkeran dişîne deverê.
Avestakurd