Berdevkê Ewlekariya Meclîsa Milî û Komisyona Siyasî ê Derve a Îranê Huseyîn Nakawî Huseynî der barê bichkirina Moşekên NATO li ser sînorê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, ji Ajansa ÎSNA ya Îranê re axivî û daxwaz ji Tirkiyê kir ku bilez daxwaza xwe betal bike û diyarkir ku bicihkirina van moşekan dê bibe egera şerekî herêmî û dê Enqere berpirsê vê yekê be. Her weha Berdevk bang li welatên deverê kir der barê vê mijarê de giliyên xwe li cem Neteweyên Yekbûyî bikin. Berdevk got jî ku mercên Lîbya û Sûriyê ne weke hevin û ger şerek biqewime dê ziyanek mezin bide welatên Ewrûpa jî.
Avestakurd