Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi awayekî berfireh bersiva hevpeyvîna kanala NRT’ê ligel Malikî pêkanî de, da. Dîwana Serokayetiyê da diyarkirin ku axivitina Malikî ya di televîzyona NRT’ê de ‘bê bawerî û binpêkirina destûrê ye.’ Her weha Malikî weke kesekî kaniya hemû pirsgirêkên qeyrana siyasî ya li Îraqê destnîşankir. Dîwana Serokayetiyê got ku, Malikî piştî hat ser kursî hemû peymanên ligel Herêma Kurdistanê girêdayîn û îmzekirîn piştguh kiriye. Her weha weke nimûne balê dikişîne ser mesele pêşmergeyan û xala 140’ê ku çawa dabû diyarkirin dê xala 140’ê bêcîbicîkirin û butceya pêşmerge bê dayîn, lê berûvajî bûye yek kes ku qaşo xwe xwediyê her tiştî dibîne, tenê bi hêzê diaxive û ev jî metirsiyeke mezine li ser welat. Her weha Dîwana Serokatiyê di berdewamiya axivitina xwe de ku di MSHK’ê de hatî belavkirin de dibêje ku piştî Malikî hat ser kursî hemû sozên dayîn Serokê Herêmê ji bîr kirin. Dîwana Serokatiya Herêmê balê dikişîne ser diziya Malikî ku girêbestên xeyalî ligel şirketên elektirîkê îmze kiriye. Her weha Dîwana Serokatiyê dibêje ku “Malikî ne baweriya wî bi demokrasiyê heye, ne bi federaliyê û ne jî bi hev re jiyanê heye.” Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê got jî ku ger hate xwestin ew dê belgeyên metirsîdartir aşkere bikin.
Avestakurd