Serrûpel Nûçe FLAŞ… Eşkere bû rokêt ji ku hatine avêtin, ne ji Îranê lê...

FLAŞ… Eşkere bû rokêt ji ku hatine avêtin, ne ji Îranê lê ji nêzîkî Koyê

Belav bike

Pisporên Emerîkî dibêjin, li ser êrîşa Îranê li Koyê li dijî her du hizbên demokrata Kurdistana Îranê, agahiyên Sipa Pasdaran şaş in.

Sipa Pasdaran ragihandibûn ku wan ji Îranê rokêt avêtine bajarê Koyê li başûrê Kurdistanê.

Li gor rojnameya BAS Pisporên Emerîkî çûne cihê êrîşî û îsbat kirin ku rokêt ji cihekî nêzîk hatine avêtin, herî zêde ji 40 kîlometre hatine avêtin.

Li gor lêkolîna pisporên emerîkî yên eskerî li cihê bûyerê, eşkere kirin ku rokêtên li bargehên hizbên demokrat hetine, ne ew rokêtin ku Îran behsa wan dike û agahiyên ku Îran dide şaş in, armanca belavkirina wan agahiyên şaş ewe ku jêdera avêtina rokêtan veşêre, û şubhê ji ser hevpeymanên xwe li Kurdistanê û Îraqê bide aliyekî, lê Rokêt ji Kurdistanê hatine avêtin.

Di êrişa bi rokêtan de, 17 pêşmerge û endamên PDK û PDKÎ şehîd bûn û derdora 40 kes jî birîndar bûn.