Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan ya Sûriyê ji navenda xwe a li Londonê ragihand ku di serî li Şamê, Heleb, Hema, Himûs û li gelek bajar û bajarokên din xeta înternet û telefonan ji aliyê rêveberiya rejîma Sûriyê ve tê birîn. Ji aliyê xwe ve Serokayetiya Konseya a Giştî ya Şoreşa Sûriyê jî di vê mijarê de diyarkir ku gelek cara xetên înternet û telefonan têne birîn û bi rêka vê kiryarê dixwazin dengê muxalifan bibirin.
Avestakurd