Serrûpel Magazîn Stranbêja Kurda Xurasanê Yelda Ebasî

Stranbêja Kurda Xurasanê Yelda Ebasî

Belav bike
 “Armanca min a mezin ev e ku stranên kurmancî bêjim ku bibe vejandinek ji bo muzîka kurdî li vê herêmê.“

Yelda  diyar kir ku wê ji 12 saliya xwe ve dest bi muzîkê û perwerdeya li cem mamosteyên mezin kiriye û got: “Ligel ku ez hînî temburê dibûm, ez li cem diya xwe fêrî gotina stranên kurmancî jî bûm.”
Ligel ku Kurdên herêma Xorasanê bi sedan sal in ji Kurdistanê hatine dûrxistin, lê gellek hunermendên vê herêmê bi kurdî distirin ku pirranî wan zaranayê kurmancî dipeyivin. Wek Yelda Ebasî ji Rûdawê re eşkere kir, armanca wê ev e ku stranên folklorîk ên kurmancî ji nû ve vejîne û bi staylek nû wan bêje û got “albûma min a yekem bi navê Kuvat xwerû kurmancî bû, du albûmên min ên din jî, ku karê van bi zûyî diqede, bi kurmancî ne. Armanca min a sereke ev e ku melodî û stranên folklorîk ên kurmancî vejînim.”
Herçiqasî desthilatdarên Îranê hewl dane ji ber dûrbûna herêma Xorasan ji Kurdistanê, ziman, çand û kultûra kurdî di nav wan de tine bike, lê heta niha ew li ser nasnameya Kurdbûna xwe mikur hatine. Yelda Ebasî rewşa muzîka kurdî di nav Kurdên Xorasanê de wiha şirove kir: “Muzîka kurdî sing bi sing gihiştiye me û emê jî bi heman awayî radestî nifşên din bikin. Di salên dawî de pêşwaziyek baş ji muzîka kurdî re li bajarên Kurdan ên Xorasanê tê kirin.”

Hunermenda ciwan Yelda xwendina bilind a akademîk di warê muzîkê de wek pêwîstiyeke giring dizane ji bo pêşketina muzîka kurdî, daku li gor Yelda muzîka kurdî şeklê teknîkî û profesyonel bigire. Ligel ku hêviya wê ya mezin xwendina muzîkê bûye, wê zanîngeha teknîk û zanyariyê qedandiye, lê çendîn salan muzîkjenî kiriye û stran jî gotine û dibêje.

Yelda Ebasî got ku ew û hunermendên din ên Xorasanê di berhemên xwe de helbestên kurdî yên helbestvanên vê deverê bikar tînin û wiha dom kir: “Pirraniya malbatên kurd hewl didin bi zimanê kurdî biaxivin, helbest bêhtir ên kevn in, lê di van salên dawî de helbestvanên navdar û mezin çêbûne, wekî Hesen Roşan, Îsmaîl Husênpor, Elîriza Sipahî û yên din. Wan gellek xebat kirine û helbest hûnandine. Min û hunermendên din di berhemên xwe de sûd ji helbestên wan standiye.”

Gellek jinên kurd li herêma Xorasanê di warê muzîkê de çalak in. Yelda Ebasî bi vê rewşê dilxweş e hêvîdar e ku jinên kurd di pêvajoya karên hunerî de roleke berçav dilîzin: “Diya min pirr ez han dam ku şopa çanda kevnar a gelê xwe bişopînim û li ser wê bixebitim û piştgirî da min ji bo xebatên hunerî.”

Yelda Ebasî ji xeynî ku stranan dibêje, tembûrê jî gellekî xweş lêdixe û beşdarî çend festîvalên muzîkê ên Îranê bûye û di lêxistina tembûrê de çend caran bûye yekem. Herwiha di sala 2008ê de Yelda beşdarî filmekî dokûmenterî bi navê `Tereqe` jî bûye ku 6 xelatên navxwe û navvneteweyî wergirtin.

Heta niha Yelda Ebasî ligel Koma Kuvat nekariye konseran bide, lê dibêje eger bên gazîkirin, ewê herin Herêma Kurdistanê û konseran bidin. Di dawî de Yelda Ebasî derbarê bername û projeyên xwe de bo Rûdawê axivî û got: “Ji xeynî lêkolîn û xebata li ser stran û klamên kurdî û afirandina berhemên nû yên kurdî, dixwazim li ser muzîka folk a Xorasanê bi zimanê farsî jî kar bikim û eger derfet çêbe, ezê beşdarî konserên navxwe û derveyî welat bibim.” Rudaw