Sekreterê Partiya Pêşverû daxuyakirin ku Rûsya dixwaze raya giştî ya Erebî û Tirkî bike dijminê gelê Kurd û got daxuyaniyên Rûsya derbarê Kurdên Sûriyê gelekî xerab in.
Di daxuyaniyeke taybet ji Rûdawê re, sekreterê Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê, Ebdilhemîd Hecî Derwêş daxuyakirin ku, li gor ezmûna wî, ku ev 60 sal in siyasetê dike, tu plan û bernameya Amerîka bo avakirina dewleteke Kurdî tune ye û got: Dema Rûsya behsa vê yekê dike, dixwaze Kurd bibin qurbanî û miletên derdorê dijminatiya gelê Kurd bikin.