Her çiqas di meha borî de zagona ku rê ji xweparastina bi Kurdî re vedike derket jî, li dadgehan sepandin pêk nayê. Di soza 43 xwendekarên tipê, a ku îro li Enqerê, li 12.Dadgeha Cezayê Gran destpêkir de, daxwaziya xwendekarên tên darizandin a xweparastina bi Kurdî, ji aliyê heyeta dadgehê ve nehat qebûlkirin.
Li gorî zagona ku piştî çalakiya greva birçîbûnê a 68 rojan dewam kir, hate derxistin, biryara xweparastina bi zimanê zikmakî, ji însiyatîfa serokê dadgehê re berdane. Serokê dadgehê, daxwaza xwendekarên bi navê Ahmed Demirel, Recep Kar, Mehmet Aydin, Mustafa Akin û Mustafa Karataş a bi Kurdî xweparastinê, bi hinceta “hûn tirkî baş dizanin” red kir.
Li ser biryara dadgehê, parêzerê xwendekaran Ozturk Turkdogan bertek nîşana helwesta dadgehê da û got, “peymana Lozanê û xebatên ku li meclîsê hatin kirin diyar in. Tirkiye bi israr zagonan nasepîne.”
Xwendekar, bi endamtiya Komîteya Tenduristiya Gel a KCKê tên sûcdarkirin.
Gellek kesên naskirî û parlementer jî tevlî rûniştina doza 43 xwendekarên tipê bûn.