Serrûpel Nûçe Pêşmerge şer naxwaze lê ji bo berxwedanê jî amade ye

Pêşmerge şer naxwaze lê ji bo berxwedanê jî amade ye

Belav bike

 Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li roja 3’yê vê mehê li Hewlêra paytext der barê rewşa niha ya Kurdistanê û Îraqê, di pirsekonfrensekê daxuyaniyên girîng dan. Serokwezîr di mijara neft û gazê de diyarkir ku hemû peyman di çarçoveya destûrê de hatine morkirin û got ” Hemû ew kontiraktên di warê neft û gazê de hatine morkirin di çarçoveya destûra Îraqê de bûye û em hertim dupat dikin ku, ya em dikin di berjewendî û xizmeta hemû Îraqê de ye.” Her weha Serokwezîr diyarkir ku divê em veegrin destûrê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bi hemû aliyan re gotûbêj bike û weha pêdeçû “Me, ji bona danûstandina bi Bexdayê re heyetek şand Bexdayê, di danûstandinan de şandeya Hewlêr û Bexdayê li ser hemû xalan lihevkir, lê, mixabin, serokwezîrê Îraqê hemû ew xalên lihevhatin li ser hatiye kirin, red kirin. Bi dîtina me ev pirs bi vî awayî çareser nabe û divê em hemû vegerin bo destûrê û hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bi hemû aliyan re danûstandinan bike.”  Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di axivitina xwe de bal kişand ser Operasyona Dîcle û hewldanên dagirkirina Kerkûk, Diyalayê û heremên veqetiyayî û got ku Herêma Kurdistanê van pêngavên Serokwezîrê Îraqê red dike û dixwaze bi aştî û diyalogê pirsan çareser bike. Der barê heman mijarê de Serokwezîr got ” Dilgiraniya me li hember rewşa nuha ya Îraqê dilgiraniya hemû îraqiyan e li hember reftarên serokwezîrê Îraqê. Em nexwaz in bibihîzîn ku dê şerê kurd û ereban dest pê bike, hemû şoreşên kurd xwe ji wê yekê parastiye ku mesele bo şerê kurd û ereb bê guhertin. Mixabin, serokwezîrê Îraqê di pireskonfrensa xwe de behsa wê yekê kir ku, mesele buye şerê navbera kurd û ereban û ev yek jî cîyê dilgiraniya me ye û em gelek narehet kirin.

Kurdistan hertim hişara parastina  wan kesên ji destê diktatoriyê direviyan bû û gelek kes ji diktatoriyê parastin e ku, yek ji wan serokwezîrê Îraqê bi xwe bû.

Bi dîtina me pirsa Îraqê bi tank û balefirên F16 çareser nabe, lê li gor destûr û diyaloga nevbera hemû aliyên siyasî çareser dibe.

Em ne dijî çekdarkirina arteşa Îraqê ne, lê em dixwazin ji wê yekê dilrehet bin ew çek çewa dê bê bikaranîn, birîna kurdan gelek kûr e, birîna xelkê Kurdistanê gelek ji wê yekê kûrtir e ku, bawer bike Îraq bi awayekî demokrasî dijî û bê pirsgirêk e. Di wê Îraqa ku, em hem bi hev re dijiyan 182 hezar kes ji me hatin enfalkirin, 5 hezar gund wêrankirin û Helebce û deverên din kîmiyabaran kirin. Kurd dipirs in gelo çima ew çek û ji bo çi?” Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser têkiliya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî sekinî û got ” Tirkiye ji bo me dewleteke giring e, qebareya bazirganiyê û hilbirînê di navbera me de zêdetir ji 8 milyar dolar e. Em hêvîdar in ku, Tirkye di warê neft û gazê de jî zêdetir alîkarî û hevahengiyê digel herêma Kurdistanê bike. Tirkiye rêya me ya bo derve ye û herêma Kurdistanê jî di warê dabînkirina eberjiyê de bo Tirkiye û cîhanê giring e.” Her weha got jî ku Herêma Kurdistanê amade ye di çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê bi aştî rola xwe bilîze. Serokwezîr der barê pêşmerge de jî got “Kurd şer nake, şerxwaz nîne û pêşmerge jî vê naxwaz e. Lê ji bo berxwedanê pêşmerge amade ye. Eger me çek hebe ew ji bo parastina hemû Îraqê ye.”

 

Avestakurd