Serrûpel Nûçe Li Rojava yekem ajansa Kurdî: Hawar

Li Rojava yekem ajansa Kurdî: Hawar

Belav bike

Li Kurdistana Rojava yekem care ku ajanseke nûçeyan a bi navê Hawar (ANHA) dike dest bi weşanê bike. Berpirsyarê ANHA’yê Ednan Mistefa di vê mijarê de wiha dibêje, “ajans di pêvajoya amadekariyê de ye û hîn aliyên wê yên teknîkî temam nebûne. Ajans wê taybet ji bo Kurdistana Rojava be, lê wê nûçeyên giştî, yê parçeyên din ên Kurdistan û cîhanê jî belav bike.”
Rêvebirê Ajansa Hawarê Ednan Mistefa, di derbarê armancên ajansê de jî wiha got: “Armanca ajansê ya sereke ew e ku bûyer û pêşketinên li Kurdistan Rojava di warê civakî siyasî, aborî û hunerî de tên jiyandin, bi rayagiştî re parvebike ye. Armanceke din jî ya ajansa me ew e ku gelê Kurd bi cîhanê bide naskirin e.”
Navenda ANHA’yê wê li Kurdistana Rojava be û ligel Kurdî, wê bi Erebî, Îngilizî, Rusî û Fransî weşanê bike.
Tê plankirin ku Ajansa Nûçeyan a Hawar berî Newroza 2013 an dest bi weşanê bike.