Xêro Ebas, hunermendê ji rojavayê Kurdistanê ji bajarê Tirbesipî, strana xwe ya bi navê Zemano, kire vîdyo klîp.
Helbesta stranê Mehmed Xelîl nivîsandiye û Ronî Dogan muzîka wê çêkiriye.
Di vê klîpê de Xêro ji zeman ne razî ye, û gilî û gazinên xwe pê dike û dibêje, ew ciwan bû, lê zeman ew pîr kir.
Xêro Ebas, xwediyê dengekî xweş e, bi xwe jî dostekî baş e.
De ka binêrin, ew ji zeman re çi dibêje.