Yekîtiya Zilamên Kurdistanê li başûrê Kurdistanê ragihand ku di van salên dawiyê de zilma jinan li ser zilaman zêde bû ye, û ji ber wê yekê zilam ji ber jinan direvin.
Gelek caran jî zilam bi destê jinên xwe hatine kuştin.
Li gor wê grûpê, ku di konferansekê de li bajarê Silêmanî eşkere kir, di sala 2018 de, 115 zilaman ji ber xiyaneta jinên xwe û tundûtujiya wan intîhar kirine û xwe kuştine.
Her wiha:
9 bûyerên êrîşên jinan li ser mêrê wan.
8 haletên wiha çêbûne ku jinan dest danîne ser miaşê mêrê xwe.
221 haletên destdanîna ser zarokan ji aliyê jinan ve.
Serokê Rêxistina Yekîtiya Zilaman Burhan Ferec got, berî niha 6 zilam li ser destê jinên xwe hatine kuştin. Di sala 2017 de jî, 6 hezar doz ji aliyê zilaman ve li dijî jinên wan hatine vekirin.