Ji Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinç daxuyaniyeke balkêş hat. Arinç, beşdarî bernameya Kanalturkê bû û gotinên ku kesî ji wî nedipan kirin.
Arinç, di bernameyê de qala parlementereka BDPê kir û wiha got, “ez li hemberî jineke parlementer a BDP’yî diqeherîm û min ji wê re nifir dikirin. Hîn parlementer e ew jina. Min di derheqê wê de bîranînek guhdarî kir. Niha ez ji wê naqeherim. Çimkî di 17 saliya xwe de li Girtîgeha Amedê rasta ewqas êşkenceyên bêehlaq hatiye ku, ewqas zor danê ye ku, ku bihata hişê min ezê jî hilkişiyama çiya. Çimkî kesên ku ji Girtîgeha Amedê derketin nîvê wan çûne çiya. Zêdetirî nîvê wan jî pesna kesên li çiya didin. Ger hûn zilmê li mirovan bikin, li hemberî vê yên ku sebir bikin jî, red bikin jî, yên ku bixwazin hesabê vê zor û zilmê bipirsin jî wê derkevin.”