Serrûpel Nûçe Talabanî wefat kiriye lê kesek nabêje

Talabanî wefat kiriye lê kesek nabêje

Belav bike
Di derbarê vê yekê de berpirsiyarên YNK, her yek ji wan bi şêweyekî daxuyaniyekê dide û diyar dike ku rewşa Talabanî baş e, lê belê kesek ji wan bi dokument û bel, yan jî bi vîdyo û wêne nikare bi xelkê bide qebûlkirin ku bi rastî Talabanî dijî.

Rojnamevan Rêbwar Kerîm Welî ku li Hewlêrê dimîne û yek ji rojnamevanên ku ji nêzîk ve tendurustiya Talabanî dişopîne û xebera wî ji navendên qerarê li Hewlêrê heye, di Twittera xwe de nivîsand ku Talabanî jiyana xwe ji dest daye.

Ji ber ku ne YNK ne jî jêderên nêzîkî malbata Talabanî, naxwazin wefata wî eşkere bikin û ji bo ku pirsgirêkên navxweyê yên di nava YNK de, dernekevin û mezin nebin, ji ber hesasiyeta bûyerê, heta niha saat û roja wefatê nayê zanîn.

Serdana Tehranê ji bo çi bû?

Berî çend rojan hevsera Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed çû Tehranê û ligel serokê Iranê Mehmûd Ehmedî Nejad civiya.

Rêbwar Kerîm Welî dibêje, sedema wê serdanê ew bû ku Hêro Îbrahîm Ehmed Serokê Îranê ku dostekî gelekî nêzîk yê Talabanî ye, ji rewşa Talabanî xeberdar bike û ji Ehmedî Nejad alîkariya wê yekî bixwaze ku piştî Talabanî tiştek neyê serê partiya YNK.

Bi çûna Talabanî re, YNK tevlîhev dibe.  Hebûna Talabanî sedema wê yekê bû ku YNK yekgirtî bimîne, wî dikaribû balansekê di navbera hemû berpirsiyarên partiya xwe de çêbike, ji ber ku di nava YNK de, gelek xetên dijber û ji hev cuda hene, û yek ji wan yê din qebûl nake.

Talabanî jiyana xwe ji dest daye lê gelek cesaret nake eşkere bike

Dostorê Talabanî û waliyê Kerkûkê Dr. Nejmedin Kerîm diyar kir ku rewşa Talabanî baş e, lê belê tenê bi çend gotina behsa rewşa wî kir, tu îsbat û belge nîşan nedan. Vê yekê rastiya ku Talabanî jiyana xwe ji dest daye, bêhtir anî rojevê.

Doktor çi gotibû?

Di 23.12.2012 de, Dr. Elî Nofel, ku yek ji endamên ekîba doktoran bû ku serokê Iraqê Celal Talabanî li Almanya derman dikirin, got Celal Talabanî ji aliyê bijîşkî ve miriye, ew bi makîneyan dijî.

Nofel di Kanûna 2012 de, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnamya Almanî Landes Zeitung got ku rewşa Talabanî gelekî xerab e, ew niha ne li ser hişê xwe ye û ew bi makîneyan dijî.

Elî Nofel bi eslê xwe filistînî ye û hemwelatiyê Almanya ye, wê demê gotibû herî zêde Talabanî dikare meheke din bijî.

Nofel got her çiqas rewşa wî car caran baştir dibe jî, lê belê ewê nikaribe zêde dirêj bike.

Nofel berdewam kiribû û gotibû mezinbûna temenê Talabanî (80) dihêle ku ew nikaribe bersiva birina dermanan bide.

Piştî vê daxuyaniya Dr. Nofel, Dr. Nejmedîn Kerîm daxuyaniyek da û got di nava Ekîba doktoran de kesek bi navê Elî Nofel tune ye.

Piştre jêdereke ku naxwest nav were eşkere kirin ku got ku piştî wê daxuyaniya Nofel ji bo rojnameya almanî Landes Zeitung, ji kar hate derxistin, ji ber ku nehêniyeke ku nedibû eşkere bike, eşkere kiribû.

Celal Talabanî, xwediyê dîrokeke dûr û dirêj e di tevgera netewa Kurd de, her wiha serokekî karîzmatîk û xwedanê hunereke taybet de di têkiliyên dîplomatîk û siyasî de.

Pirs ev e: Piştî Talabanî wê kî cihê wî dagire?

Celal Talabanî kî bû?

Talebanî di sala 1933‘an de li Başûrê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand.

Di ciwaniya xwe de Talebanî beşdarî xebata siyasî bû ye, ew di sala 1951‘ê de weke endamê Komîteya Navendî ya PDK‘ê hate hilbijartin. Di 1953‘an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi awayekî dizî Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956‘an de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.

Sala 1961‘ê ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de di 1964’an de ji PDK cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand.

Di sala 1970‘î de piştî peymana 11’ê Adarê careke din li Mele Mistefa Barzanî vegeriya. Piştî têkçûna peymana 11’ê Adarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975‘an de, Talebanî sala 1975’an Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ava kir.

Celal Talebanî bi keça nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmed a Hêro Xanim re zewicî ye.

Talebanî bi hunera xwe ya dîplomasiyê nasdar e.

Di 6’ê avrêla 2005’an de Talebanî bi hilbijartinê bû serokkomarê Îraqê. (wikipedia)

AVESTA KURD