Serrûpel Nûçe “13 mîlyon $ li kampa Domiz hatine xerckirine“

“13 mîlyon $ li kampa Domiz hatine xerckirine“

Belav bike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 13 milyon dolar û Komisyona Bilind a Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî 6 milyon dolar ji bo koçberên Kampa Domîz xerc kirine.


Di vê derbarê de Zêbarî got: ‘’Rêxistin û kesayetiyên xêrxwaz ên navdewletî li ser asta Rojhilata Navîn pereyekî zêde bo penaberên Sûriyê veqetandine, lê belê piraniya wan pereyan ji Lubnan û Urdin re çûne.’’

Zêbarî tekez kir hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyana xwe hevkariya penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye û her dem jî derî vekirî ye bo ew penaber bên nav Herêma Kurdistanê.

Dîndar Zêbarî wiha axifî: ‘’Pêdiviya Kurdên rojava bi alîkariya zêdetir heye û evna jî dikeve stoyê hikûmeta İraqê. Wezareta Koç û Koçberên İraqê hîç hevkariya penaberên Sûriyê nekiriye û herwiha ji rêxistinên xêrxwaz ên navdewletî jî nexwestiye daku alîkariya van penaberan bikin.’’

Niha zêdeyî 60 hezar penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hene û zêdeyî 51 hezar ji wan li Kampa Domîz dimînin û yên din jî li bajarên din ên herêmê belav bûne. Ji ber niha zivistan e tê gotin ku rewşa penaberên li kampê nebaş e.