Serrûpel Magazîn “Kurdistan weke kesekî seqet e!”

“Kurdistan weke kesekî seqet e!”

Belav bike

Ji ber çi te biryar da ji Îranê bar bikî?

Behmen Qubadî: Min nedixwest wiha bikim, lê sîstemê ez neçar kirim û wiha li min kir jê derkevim. Ew azadiya min ku niha heye û dikarim herim her cihekî, wisa li min dike xweziya xwe li wê yekê bînim ku min zûtir Îran biterikanda, daku min karîba hêsantir karên xwe bînim cih. Li vî parçeyê Kurdistanê azadiya min heye ku biramim, nehatime sansûrkirin û ti aliyek zextan li min nake. Sedema wê yekê ku niha li Hewlêrê me ewe ku hêzên ewlekariyê yên vir nayên berhevkirin bi wan hêzên ku li deverên kurdî yên Îran û Tirkiyeyê hene.

‘Ezê festîvaleke fîlman jî saz bikim’

Niha tu li Kurdistanê dijî?

Na. Berê di navbera Stenbol, New York û vir de dijiyam, lê niha serdanên min ji bo Stenbolê kêm bûne. Vêga bêhtir li Herêma Kurdistan û New Yorkê dijîm û dibe ku heta sê salan jî li vir bimînim. Hinek proje li ber destê min hene. Ezê festîvaleke fîlman jî saz bikim. Herwiha ezê dezgeheke berhemanîna fîlman damezrînim, daku xelkê fêrî berhemanîna fîlman bikim. Kesên pispor ji derve tînim Herêma Kurdistanê. Hewl jî didim çend derhênerên ciwan li Kurdistanê dirust bikim.

Gelo girtina birayê te Behroz Qubadî li Îranê bandor li ser karên te kiriye?

Bêguman bandor li ser min û xizmên min jî kir. Ji bo mehekê tevlî siyasetê bûm, lê tiştek ji destê min nehat. Vê yekê bandor li min kir li ser wê yekê ku ez kî me û çawa difikirim. Lewma niha dixwazim xwe ji siyasetê dûr bikim û naxwazim ewqasî bandorê li ser min bike. Naxwazim jî bi hêrs kar bikim. Weke mînak di dema kar de li rewşa birayê xwe bifikirim.

Niha rewşa birayê te çawa ye?

Min pêwendî bi çend kesên girîng re kir li Îranê, lê hê jî piştî zêdeyî meh û nîvekê, em tiştekî li ser wî nizanin û hikûmet rê nade ti kes serdana wî bike.

‘Armanca min ewe ku li Kurdistanê rêzefîlmekî televizyonî ji sifrê dest pê bikim’

Niha tu li ser projeya kîjan fîlmî kar dikî?

Du karên min hene, yek ji wan berhemanîna fîlman e û yê din jî rêzefîlm e. Armanca min ewe ku li Kurdistanê rêzefîlmekî televizyonî ji sifrê dest pê bikim, di heman demê de alîkariya hinek derhênerên nû bikim.

 

Hûnê van hemûyan li Kurdistanê bikin?

Erê, evê hemû li Hewlêrê bên kirin. Armanca min ewe ku stîleke cihêreng ji xwe û kesên li derdora xwe re jî di hundirê 2 salên bê de dirust bikim, jixwe nikarim tenê van karan hemûyan bikim. Yanî dikarim wan bînim cih, lê pêdiviya min bi alîkariyê heye. Herwiha pêdiviya min bi alîkariya hikûmetê heye. Serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî dikare alîkariya pêşxistina sektora sînemayê bike. Di bingeh de hatime vir, daku bibînim dikarim pîşesaziya sînemayê dirust bikim. Eger ev ne pêkan bû, wê çaxê giraniyê dixim ser alîkarîkirina derhênerên ciwan.

Berî niha te li gelek welatan kar kiriye. Cudahiya karkirina li Kurdistanê bi karkirina li welatên din re çi ye?

Kêşeya vir ew e ku sîstemek ji bo berhemanîna fîlman nîne û kes jî nîne profesyonal be. Herwiha ew kêşe jî heye ku xelkê bidî fêmkirin çi pêwist e bê kirin. Li vir qala biryarderan dikim. Dibe ku Nêçîrvan Barzanî tekane kes be ji wê girîngiyê fêm bike û alîkarê me be di dirustkirina vê pîşesaziyê de. Fîlm li vir hatine çêkirin û dibe ku salane 5-7 fîlman hebin, lê armanca min ew e ku sîstemeke akademî dirust bikim, bi hevkariya hikûmetê.

‘Monica keseke ciwan e û hevrêyeke baş e’

Te çawa karîbû Monica Bellucci razî bike ku tevî fîlmê te `Demsala Kerkedanan` bibe?

Min berî hingî Monica nas dikir, lewma pêdiviya razîkirina wê nebû. Monica keseke ciwan e û hevrêyeke baş e. Gava em axivîn, pêwist nekir teksta fîlm bibîne. Di hundirê 5 xulekan de min qala çîroka fîlm jê re kir, wê jî projeyeke xwe ya din rawestand û hat dest bi karkirina di fîlmê min de kir.

Di fîlm de Monica tevlî çîrokeke kurdî bibû, gelo nêrîna wê li ser Kurdan çi ye?

Monica rola jineke îranî dilîze ku mêrê wê helbestvanekî kurd bû. Wê her roj hewl dida fêrî hinek peyvên kurdî bibe û dixwaze bê vir. Li vir jî emê berî nîşandana fîlm kampanyayekê rêvebibin. Monica ev demeke di van projeyên wisa de kar nekiriye û jê re jî girîng bû ku di vê projeyê de li ser mafên jinan kar bike.

‘Tiştê ku dixwazim bikim ewe ku dora 3 hezar gundan bibînim û 100 kitêban bidim her gundekî’

Hunermendekî ji min re got ku li Herêma Kurdistanê çand hatiye jibîrkirin û hemû tişt bûye petrol û bazirganî. Tu çi dibêje?

Ez jî di wê baweriyê de me, lê perwerdekirin jî pirr girîng e. Herçiqasî aliyê aborî jî pirr girîng e, lê ne ji sedî sed. Kêşeya welatê me ne tenê aborî ye. Beşekî wê yê mezin kêşeya perwerde û kultûrê ye. Pêwist e çanda xwendinê bi pêş bikeve. Em pirr lawaz in di xwendina kitêban de. Weke erkê xwe dibînim ku televizyonê vemirînim û herim kitêbekê bixwînim. Bi rastî dixwazim wê çandê nehêlim ku tenê em li TV binêrin. Vê ji xwe û hevrêyên xwe destpêdikim. Derbarê vê projeyê de ligel wezîrê perwerdeyê axivîme ku min navê wê kiriye “şoreşa xwendina kitêban.” Tiştê ku dixwazim bikim ewe ku dora 3 hezar gundan bibînim û 100 kitêban bidim her gundekî. Dixwazim rikeberiyê di navbera xwendekaran de dirust bikim ji bo xwendina kitêban û yê herî baş ji wan destnîşan bikim. Dikarim kitêban ji Holenda yan jî ji Îranê yan ji her welatekî din bînim. Dikarim sedan ji wan wergerînim ser zimanê kurdî û ligel stafa xwe gund bi gund bigerin û heta saetekê ligel zarok û mamosteyên wan gundan bipeyvin. Ev e armanca min.

Pirraniya rêzefîlmên ku li Kurdistanê tên nîşandan biyanî ne. Yan koreyî yan tirkî ne. Tu çawa li vê yekê dinêre?

Çandeke me ya mezin heye. Ew weke vûlkanekî ye ku pêwist e biteqe heta careke din derkeve. Toz û tirabêlk li ser kultûra me veniştiye. Kêşeya me ewe ku em parçekirî ne. Kurd bûne keçeke ciwan û têgihiştî ku ji ber mayînan bûye çar parçe. Di gellek aliyan de Kurdistan weke kesekî kêmendam e. Pêwist e em wan 4 parçeyan jî bikin yek, mebesta min ne ax û erdnîgarî ye, lê mebesta min kultûr û çand e.


Hevpeyvîn: Wladimir van Wilgenburg – Rûdaw