Resama Kurd, Arya Ettî ye. Keçeke ji Kobanî ye, niha li Almanya dimîne. Resameke pir bi cesaret e. Dibêje dema ku zarok bû, her demê bi tenê bû, kesek li dora wê tune bû, lê dema ku resim çêdikin, her kes li dora wê kom dibû.
Malbata wê li dij bû ku bibe resam, lê Arya hermû sînor li pêşiya xwe rakirin û bû yek ji resamên Kurd yên herî zîrek.