Serrûpel Nûçe PKK qatil destnîşan kir

PKK qatil destnîşan kir

Belav bike
Li gora ajansa ANF, KCK ku piştî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, daxuyaniyek da, Gladyoya Tirk a ku xwe dispêre navneteweyî weke berpirs destnîşan kir. KCK  li hemberî aliyên mêtînger-faşîst ên ku dixwazin li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bibin asteng, banga xurtkirina têkoşînê kir.

KCK’ê got: “Em qetilkirina bi awayeke hovane ya yek ji damezrênerên partiya me PKK’ê, milîtanan jêhatî ya pêşeng a tevgera me, sembola rûmet û berxwedanê û rêbera îradebûna tevgera azadiya jinên Kurdistanê hevala me Sakîne Cansiz, û Nunera KNK’ê ya Parîsê, dîplomata kurd a hêja û kadroya xweragir a Tevgera Azadiyê Fîdan Dogan (Rojbîn) û milîtana fedekar a Tevgera Ciwanan Leyla Soylemez (Ronahî) bi nefret şermezar dikin. Ev yek ji bo tevgera me, gelê me û hemû jinên Kurdistanên windahî û êşeke mezin e. Em bi rêzdarî bejna xwe li hemberî şehadeta milîtana pêşeng û jêhatî ya têkoşîna azadiya gelê Kurdistan û jina Kurd, Endama Meclîsa PKK’ê û Endama Koordînasyona PAJK’ê Heval Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ditewînin û em diyar dikin ku em ê wesîfeya xwe ya li hemberî hemû şehîdên xwe pêk bînin, li ser rêya wan bimeşin û heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê dilsozê wan bin.”

KCK’ê da zanîn ku Sakîne Cansiz bi zanebûn hatiye hedefkirin û got: “Ev komkujî rêxistinkirî, plankirî û bi awayeke pir şareza û hostayî hatiye kirin. Gava mirov li awayê bûyerê dinêre jî, dibîne ku dibe ku ev komkujî ji aliyê hêzên profesyonel ên navneteweyî ve hatibe kirin. Aşkere ye ku kesên ku vê êrîşê pêk anîne, naxwazin pêvajoya ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye destpêkirin pêş bikeve û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ev komkujî ji aliyê derdorên ku dixwazin mêtîngeriya li ser gelê Kurd berdewam bike û derdorên ku li hemberî gelê Kurd xwedî armancên qirêj ve hatiye amadekirin û pêkanîn.”

KCK’ê bal kişand ku balkêş e ku ev bûyer li Franseya ku ev demek e siyasetmedarên Kurd xistiye bin çavdêriyê û wana bi sedemên neheq digire, pêk hatiye û got: “Mirov nikare bêje ku di navbera yên ku Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn bi komployekê girtin û yên ku vê komkujiyê pêk anîn de tu girêdanek tune ye. Ger komploya li hember Adem Ûzûn were aşkerekirin, dê ev yek feydeyeke mezin bide ronîkirina vê komkujiyê jî. Ger dewleta Franseyê di vê mijarê de dixwaze ji bin tohmetê derbikeve, divê teqez komkujiyê aşkere bike. Di serdema me ya teknolojîk de, derfetê dewleta Franseyê heye ku vê bûyera ku li Parîsê qewimiye aşkere bike. Ger têkiliya hin hêzên kûr ên li Franseyê bi vê bûyerê re tune bin, divê dewleta Franseyê vê bûyerê aşkere bike. Heta ku dewleta Franse vê bûyerê aşkere neke, dê ji aliyê gelê Kurd ve her tim weke berpirsê bûyerê bê destnîşankirin.”

KARÊ GLADYOYA TIRK E

KCK’ê da zanîn ku dijminên gelê kurd bi qetilkirina Sakîneyê xwestin ku pêvajoya çareseriyê ku niha di rojevê de ye sabote bikin û got: “Ev bivênevê karê Gladiyoya Tirk e. Ev êrîş ji aliyê hêzên kûr a mêtingerên tirk ve hatiye kirin û wiha domand: “ Heger îro hikûmeta AKP’ê ji aliyê çareseriya pirsgirêka kurd de samîmîbûna dê ne bi propagandaya şerê psîkolojîk, dê ji bo ku bûyer were zelalkirin bisekiniya.”