Serrûpel Nûçe Trump ji bo Erdogan: Xwe ehmeq neke û bi General Mezlûm re...

Trump ji bo Erdogan: Xwe ehmeq neke û bi General Mezlûm re li hev bike (name)

Belav bike

“Were rêkeftineke baş bikin. Tu naxwazî berpirsyarê kuştina bi hezaran kes bî û ez jî naxwazim berpirsyarê wêrankirina aboriya Tirkiyê bim û tu dizanî ezê bikim. Min bi ronî nimûneyeke biçûk ji wê wêraniyê di pirsa keşe Bronson de pêşan da.

Min bi cidî kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên te kiriye. Nehêle pirs mezintir bibin.

Em dikarin rêkeftineke baş bikin. General Mezlûm amade ye danûstandinê bi te re bike, ew amade ye hinek tenazulatan jî bike, berê amade nedibû bikira. Ez bi vê nameyê re kopiyekê ji nameya wî ku ji min re şandiye, ji te re diûînim.

Dîrok wê bi awayekî baş li te binêre heger tu wê yekê bi riyeke mirovdostî û rast bikî lê dîrok wê wek şeytan behsa te bike eger tiştên baş rû nedin. Tund nebe.. ehmeq nebe!”

Ezê piştre bi te rebiaxifim.