Serrûpel Nûçe Kurdistan boriyeke petrolê dirêjî rojava dike

Kurdistan boriyeke petrolê dirêjî rojava dike

Belav bike

Li gor Xendanê, Komîteya Arîkariyê bi amadebûna hinek sekreterên partiyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê civiya ye û li ser radestkirina milyonek lître mazot û 500 ton madeyên xwarinê (ard, birinc, ron, şekir û hwd) îmza kirine.

Komîteya serpereştyar ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Meclisa Gel ya Rojava pêk têt. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di şert û mercên gelekî xirab de û bi nebûna derman û nan zivistaneka dijwar dijî. (Basnews)