Serrûpel Nûçe Ciwanên Kurd li Serêkaniyê wiha şer dikin

Ciwanên Kurd li Serêkaniyê wiha şer dikin

Belav bike

Welatiyên Serêkaniyê jî diyar dikin ku grûbên çekdar bi dirûşmeyên ‘Allah û Ekber’ şer dikin û bajêr bombebaran dikin. Ciwanên kurd jî li Serêkaniyê bi gotina stranên Mihemed Şêxo û Ciwan Haco şer dikin û bajarê xwe diparêzin.

Xebat Îbrahîm diyar kir ku sînorê Serêkaniyê yê ligel Tirkiyê vekiriye û wiha got: “Hêzên taybet ên artêşa Tirkiyê derbasî Serêkaniyê bûne û şerê YPG’ê dikin.”

Kuştiyên xwe bi dozeran vedişêrin

Berdevkê YPG’ê wiha got: “Ciwanên kurd ên partiyên rojavayê Kurdistanê ligel me şerê grûbên çekdar dikin. Ji duh ve 4 ketîbeyên grûbên çekdar çekên xwe danîne û reviyane. Ji ber kuştiyên wan gelekin, bi dozeran erdê dikulin û kuştiyên xwe vedişêrin.”

Serokê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif jî duh derbarê şerê li Serêkaniyê de ji Rûdawê re wiha got: “Ciwanên kurd ligel YPG’ê şerê grûbên çekdar ên ketine Serêkaniyê dikin.”

Heta niha ENS bersiva me nedaye

Feysel Yûsif diyar kir ku ligel Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê (ENS) ketine peywendiyan û wiha got: “Em ligel opozisyona Sûriyê di nava peywendiyan de ne, lê heta niha ti bersiv nedane me. Daxuyaniya ENS’ê ne zelal e û ji bo çareserkirina bûyerên li Serêkaniyê rûdidin ne pratîkî ne. Em hêvîdarin ku opozisyona Sûriyê daxwazê ji grûbên çekdar bikin ku ji Serêkaniyê derkevin. Ji ber ew xaka me ye û em dikarin axa xwe biparêzin.” (rûdaw)