Serrûpel Nûçe Hevserokan ji Erdogan Veto xwarin

Hevserokan ji Erdogan Veto xwarin

Belav bike

Hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û hevserokên KCDê Ahmed Turk û Aysel Tugluk, dipan ku îro biçine Grava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ji bo vê hevdîtinê jî, serî li Wezareta Dadê dabûn lê, ji Wezareta Dadê ji bo hevdîtina Hevserokan û Ocalan destûr derneket.
Hat îdiakirin ku, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi daxuyaniya Hevserokê KCDê Ahmed Turk nerehet bûye û ji bo vê jî dil nekiriye ku wana bişîne Îmraliyê.
Ahmed Turk, li Amedê di merasîma cenazeyên sê jinên Kurd de axifîbû û helwesta Erdogan wiha rexne kiribû, “ey serokwezîr, bi bombebarandina Qendîlê aşîtî çê nabe.”
Li ser vê daxuyaniya Ahmed Turk, doh li meclîsê, di civîna koma partiya xwe de Erdogan, bertek nîşana ev gotina Ahmed Turk da û got, “yê ku hûn şandine Îmraliyê ez im. Hûn çawa karin kesê ku hûn şandine re vê gotinê bikin. Em ‘terorîstan’ bombebaran dikin’. 
Dîsa ji aliyê hin kesan ve hat îdiakirin ku, hikumetê pêvajoya nû rawestandiye.