Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan ku di kongreya Rêxistina BDP’ê ya Amedê de axivî, li ser têkiliylên Mustafa Kemal ên bi kurdan re daniye, rawestiya. Tan, diyar kir ku divê gelek baş bê zanîn ku di paşerojê de çi qewimiye û wiha berdewam kir: “Parlamenterek CHP’ê radibe dibêje ‘Netewa tirk û gelê kurd nekarî wekhev bên dîtin’. Di dema Kongreya Erziromê de we wiha nedigot. Mustafa Kemal di wê demê de dema ji mezinên kurdan re name dinvîsî, di dawiya hemû nameyên xwe de digot ‘herdu destên we bi rêz û hurmet radmûsim’. Di nameya ku ji Şêx Mihemed Diyadîn ê Bedlîsî re jî name sand, di nameya xwe de wisa digot, di nameyên ji şêxên me yên din re dişand de jî wisa digot. Hûn destên ku we duh bi hurmet maç dikir îro bi hurmet negirin, êdî hûn dizanin.” Rûdaw