Serrûpel Hevpeyvîn Hevjîna Dr. Nûredîn Zaza: Kurd xwedî li me derneketin – vîdyo

Hevjîna Dr. Nûredîn Zaza: Kurd xwedî li me derneketin – vîdyo

Belav bike

32 sal di ser wefata Dr. Nûredîn Zaza re derbas bûn.

Berî 32 salan, Dr. Nûredîn Zaza ye, yekem sekretêrê yekem partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li bajarê Lozanê li Swêsere wefat kiribû.

Doktor ji ber helwestên xwe yên siyasî gelek caran ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve, hatibû girtin, hatibû îşkencekirin û sirgûnkirin.

Li kêleka xebata xwe ya siyasî rewşenbîr û nivîskarekî zîrek bû. Bi sedan gotar di rojname û kovarên Kurdî (HAWAR û RONAHÎ) û biyanî de nivîstibûn. Her wiha Destana Memê Alan ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû. Di sala 1982an de, pirtûkek bi navê “Jiyana min a Kurdî” nivîstibû, têde behsa jiyan û xebata xwe ya netewî kiribû.

Îro li ser gora wî li Lozanê, Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê, bi beşdarbûna gelek siyasetmedar û kesayetiyên Kurd, merasîmeke bîranînê liser gora wî birêve bir, Rûdaw jî ji vê sibê de romal dike.

Dr. Nûredîn Zaza di sala 1919an de li Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû û di 7ê meha 10 sala 1988an de, di 69 saliya xwe de Koça dawîn kiribû, û li Lozanê hatibû veşartin.

Dr. Nûredîn Zaza salên xwe yên dawîn li Siwêsra derbas kiribûn. Ew bi keçeke Siwêsrî bi navê “Gelberte Favre” re zewicî bû, kurekî wan çêbûbû û navî wî kiribû Şengo.