Pêwendiya navenda NASAyê a li Houstonê, bi temamî bi Îstasyona Fezayê a Navneteweyî re qût bûye. Ji aliyê NASAyê (Daîreya Fezayê a Hewayî a Amerîka) ve hatiye ragihandin ku, ji ber arîzeyeke kompîtûrê, pêwendiya bi astronotan re hatiye birîn. NASAyê îfade kiriye ku, ji bo astronotan niha ti xetere tine ye.
Berdevkê NASAyê Josh Byerly daxuyandiye ku, seetekê piştî pêwendî qûtbûnê, fermandarê Îstasyona Fezayê a Navneteweyî Kevin Ford, dema ku li jorî Moskowayê bûye, bi bêtêlê bi rayedarên Rusyayê re ketiye têkiliyê û ji wana re ragihandiye ku rewşa wan baş e. Astronot, bona ku pirsgirêkê çareser bikin dixebitin û hêvî dkin ku di demeke kin de encamê bigirin.
Heta ku arîze çareser bûye, astronotên NASAyê, serî her 90 deqeyî carekê dikarin bi navenda kontrolê a Moskowayê re têkevine têkiliyê.