Duh seet 16:00 li gora dema Moskowê Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî gihişte kolana Novoslabodskaya û şerîta sor ya momerala li ser dîwarê xaniyê, ku Barzanî yê nemir ji sala 1954-an heta sala 1958-an lê jiyabû, birî.
Piştre Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û şanaziya xwe bi vê roja pîroz anî ziman, û bi germî spasiya gelê Rûsyayê kir, ku ev diyarî ji bo gelê Kurd pêşkêş kirine.
Piştre Serok Barzanî li avahiya Balyozxaneya Iraqa Federal civîneke çapemeniyê saz kir. Di civînê de Barzanî bal kişand ser rewşa Sûriyê û got: ‘’Krîza Sûriyê rasterast bandoreke negatîf li rewşa Herêma Kurdistanê dike.’’
Barzanî, da zanîn ku niha şirketa Gazprom Neft a Rûsî li Herêma Kurdistanê kar dike û wiha axifî: ‘’Şirketa Gazpromê çend rêkeftinên girîng di ware gaza xwezayî de ligel hikûmeta Kurdistanê îmze kirine û li ser karê xwe jî berdewam dibe. Herwiha çend şirketên din ên Rûsî jî di nav gotûbêjê de ne daku li herêmê kar bikin.’’
AVESTA KURD – Basnews