Serrûpel Magazîn Ev strana navdar ya kê ye? (Ez keç im, keça gundan im)

Ev strana navdar ya kê ye? (Ez keç im, keça gundan im)

Belav bike

Ez kiç im, kiça gundan im
شعر: الاستاذ بدرخان سندي. لحن: الفنان بشار زاخویي. غناء: الفنانة الراحلة گولبهار وبشار زاخویي
Helbest: Mamosta Bedirxan Sindî
Awaz: Beşar Zaxoyî
Xwendin: Gulbehar û Beşar Zaxoyî
……………………………………………………….
Gulbehar:
Ez kiç im, kiça gundan im
Kulîlka serê lawan im
Rîhana rez û çeman im
Lawiko ez bêrîvan im
……………………………..
Beşar:
Bêriyê tu xwînşîrîn î
Dilreq î û lêvhingivîn î
Bişkur be gava mi’ d’bînî
Bêriyê ez evîndar im
………………………………………
Gulbehar:
Lawiko evînî şerm e
Geleka bi tirs û sehm e
Guneh e evînî l’ dev me
Lawiko ez bêrîvan im
……………………………………………
Beşar:
Delalê, Bejinrîhanê
Kulîlka heyva gulanê
Bizane xoş’ya jiyanê
Bêriyê ez evîndar im
………………………………………
Gulbehar:
Lawiko here mala me
Mi’ b’xwaze, sax ke kula me
Gustîlkê bike tila me
Lawiko ez bêrîvan im
…………………………………………..
Beşar:
Cana min bêje babê xo
Min bidê dewlet serê xo
Qayim ke … dilê xo
Bêriyê ez evîndar im

Jêder: Beşîr Botanî