Serrûpel Nûçe “Hûn dikarin hinekî li jinan bixwin û bitirsînin”

“Hûn dikarin hinekî li jinan bixwin û bitirsînin”

Belav bike

Ji Serokê Bajarê Kirikkaleyê yê AKPê, bi 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar re eleqedar peyameke balkêş hat.
Serokê bajêr Mehmet Demîr, li ser hesabê facebooka xwe, bi minasebeta 8ê Adarê peyamek weşandiye. Di peyama xwe de diyar dike ku, hûn dikarin piçekî li jina xwe bixwin û çavên wan bitirsînin.
Peyama 8ê Adarê a wek skandal wiha ye: “…mafên we yên li ser jinan, şeref û namusa malbatê bi ti kesan binpênekirin e. Ger ku jin bê destûra we û kesên ku hûn bi wan ne qaîl in bigrine nav malbata we, hûn dikarin piçekî li wana bixwin û wana bitirsînin. Mafên jinan yên li ser we jî, her cure hewcehiyên wan yên meşrû , kinc û xwarina wan temîn kirin e…”
 
AVESTA KURD