Serrûpel Magazîn Li ser dikê hevdu maç kirin

Li ser dikê hevdu maç kirin

Belav bike

Li Brezîlya, li bajarê Sao Paolo, bi nexweşiya AÎDSê re eleqedar şevek hate lidarxistin. Di şeva alîkariyê de, mankena navdar Kate Moss û lîstikvana Holywoodê a bi navûdeng Sharon Stone bi hev re derketine ser dikê.  Li ser dikê, li ber çavên beşdarvanên şevê, Moss û Stone bi lêvê hatine hev û hevdu maç kirin.
Organîzasyon, ji aliyê amfAR’a ku bona destê xwe drêjî nexweşên bi AÎDSê ketine bike û mirovan li hemberî AÎDSê hişyar bike hatiye avakirin ve hate lidarxistin.
Şûşeyek şerav yê ku li ser etîketê îmzeya Kate Moss û Sharon Stone hebû, di şevê de bi 35 hezar sterlînî hate firotin.

AVESTA KURD