Stêrka Holywoodê a Amerîkî Jennifer Aniston, li galayekê bi pişta xwe a ku şopa îskanan xuya dikir bal kişande ser xwe. Li ser pirsîna sedema şopên li ser pişta wê, eşkere kir ku ew îskanan li pişta xwe dixe.
Îskan lêxistin, rêbazeke tenduristiyê a ku li nav miletên Asya Navîn û bi taybet jî di nav Kurda de zehf tê bikaranîn e. Tê gotin ku îskan lêxistin peywireke wek akupunktûrê bicih tîne. Di salên dawiyê de di nav stêrkên Holywoodê û mirovên navdar de rêbaza îskan li pişta xwe xistinê her diçe belav dibe.
Îdia ew e ku îskan li pişta xwe xistin, ji bo van tiştan rêbazeke baş e; gera xwîna mirov lezgîn dike, mirov ji stresê dûr dixîne, ji êşên maşûlkeyê, selûlît û depresyonê re dermankirineke xwezayî ye.
Di nav navdarên ku rêbaza îskan li pişta xwe xistinê de derdikevine pêş; aktrîsa sînemayê Gwyneth Paltrow, Victoria Beckham, tenîsbaz Andy Murray û Jennifer Aniston hene.
AVESTA KURD