Nizamettin Ariç, ku di nava Kurdan de bi navê Feqiyê Teyran jî tê naskirin, bi şêwaz û dengê xwe yê cuda klîpa xwe pêşkêşî gelê Kurd dike.
Muzîka stranê wî bi xwe çêkiriye, helbest jî helbestvan Ehmed Hisên nivîsandiye.
Ariç berî niha helbesta helbestvan Nezîr Palo ya bi navê Êşa Rojava kiribû vîdyo klîp.
Klîp û stran li studyoya Mamosta hatiye çêkirin.
Nizamettin Ariç ji bakurê Kurdistanê ye û niha li Almanya dijî.
Li kêleka muzîk ew lîstikan û derhênerekî sînemayê ye, yek ji fîlmên wî “Kilamek ji bo Beko ye”.
AVESTA KURD