Serrûpel Nûçe “Em Kurdên rojava weke penaber nabînin“

“Em Kurdên rojava weke penaber nabînin“

Belav bike

Pêwîste kurd nebin beşek ji şerê ku encama wî ne diyare

 

Duh (14.05.2013) serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinek li gel şandeyeke Partiya Demoktata Kurd li Sûriyê (El-Partî) ya bi serokatiya Abdulhekîm Beşar û beşdariya hêjmarek ji kadroyên El-Partî, tekezî li ser piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê ya ji gelê Kurd li Sûriyê kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Mebesta me ji vê rewşa niha ya Sûriyê ew e ku gelê Kurd rastî koçberî û malwêraniyê ne be û ji hemû metirsiyan parastî be. Pêwîst e, tenê helwesta xweparastin û bergiriyê hebe û ne be beşek ji wî şerê ku encama wî ne diyare.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku pêwîste kurd di derbarê siberoja Sûriyê de xwedan dîtineke zelal bin, bi hestyarî ligel pirsa opozisyon û eniya beramber kar bikin û ji bo daxwazên xwe jî xwedan helwesteke zelal û ejendayeke eşkere bin.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Şerê Sûriyê şerê du eniyên berfireh ên herêmî û navçeyî ye. Pêwîst e kurd di nav vê rewşê de bi parêzerî tev bigerin û rolekê ne lîzin ku bibin erdûyê vî şerî.”

Di qonaxa îro de, yekrêzî û li hevkirin tê xwestin

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aramî û yekrêziya di navbera kurdan de bi giştî û giyanê hemahengiyê di navbera partî û aliyên kurdan di meydana siyasî de li Kurdistana Sûriyê weke erkekî seretayî yê di vê qonaxê de nirxand û got: “Di qonaxa îro de, yekrêzî û li hevkirin tê xwestin. Niha dema xebata hevbeş û yek helwestiyê ye.  Ti lojîjek li ser wê yekê nine ku aliyek bi zorê îradeya xwe li ser aliyê din an jî li ser meydana siyasetê bisepêne. Sepandina îradeya aliyekê li ser aliyê din berdewam nabe, gelê kurd awayê xwe sepandinê red dike û reftarên takrewiyê nayên pejirandin.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê awayê gihandina hevkariya mirovî ya ji bo rojavayê Kurdistanê jî wiha got: “Ji bo kêmkirina nexweşiyên gelê me yê li Kurdistana Sûriyê tişta ji me bê emê bikin. Em wekî erkê li ser milê xwe dibînin ku alîkariyê bigihînin. Em gelek in û ji piştgiriya ji bo Kurdistana Sûriyê sar nabin. Em li ser wê yekê kar dikin bêyî cûdahî alîkarî bigihe hemû navçeyan.”

Heta niha 140 hezar kes ji Sûriyê hatine Herêma Kurdistanê

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku wê di demekî nêzîk de proseya alîkariyê bigihe navçeyên Efrînê jî û wiha got: “Pêwîste ji bo alîkarî bigihe navçeya Efrînê lez bê kirin. Heta niha ji ber çi sedemekê be, xwişk û birayên me yên li wê deverê bê par in û di rewşekî xirab de dijîn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê jî wiha got: “Heta niha 140 hezar kes ji Sûriyê hatine Herêma Kurdistanê. Em wan kesan wekî penaber nabînin, ew li welatê xwe ne û di nava xizmên xwe de ne. Emê li ser başkirina jiyan, çareserkirina hemû pirsgirêkên wan ên li vir û li wir berdewam bin.”
rûdaw