Di herdu rojan de, di her çar rûniştinên hevdîtinê de jî, danûstandin, rexne û analîz li ser gelek tewer û mijaran hatin kirin, çi derbarê şoreşa Sûriyê û hebûna Kurdan tê de. Çi jî derbarê projeya niştimanî ya sûrî û rola Kurdan tê de. Bi ser vê de jî hokar û encamên lawaziya raman rexnyî ya kurdî û tevgera siyasî ya kurdî, digel maf, erk û pêwîstiyên wê. Hwerwiha nameya nivîskarê kurd û girift û pirsgirêkên wî. Riyalît û asoya hevjiyana niştimanî ya sûrî. Bi vê de jî têkildariya bi nivîskarên hemû pêkhateyên sûrî re. Dinav de jî çend mijarên din hatin behskirin, ku pêwendiyên wan bi van xalan re hene.
Hevdîtin gihîşt hejmarekê ji raspardeyan, ku dikarin karê rewşenbîrî yê kurdî bilind bikin, da ku di asta bûyer û guhertinên Sûriye û herêmê debin. Herwiha teqez li ser van xalên jêrîn hat kirin:
1. Rewşenbîrên kurd, bi hemû celebên xwe yên ramanî û dahênî, ne tenê piştgiriya şoreşa Sûriyê dikin, lê belê xwe dibînin beşeke damezrêner û beşdar di vê şoreşê de. Helbet rewşenbîrên kurd ne tenê yên vê hevdîtinê ne, lê hejmaerk din ji bilî van hene, ku ji ber sedmên teknîkî amade nebûn. Herwiha tevî azarên ku ev şoereş tê de dijî, û hevrikî û kelemên ku beramber wê derdikevin, bi ser de jî têkbirinên ku pêrgî wê bûn û kêmasiyên ku tê de peydabûn, ev rewşenbîr baweriya wan bi serketina şoreşa azadî û rûmetê heye. Her ew teqez dikin ku ev şoreş xewn bû ji miletê Sûriyê re, bi hemû pêkhateyên xwe.
2. Rewşenbîrên kurd, bi aliyê sivîl û aştyane yê demokrasî ji şoreşa Sûriyê re ne. Digel vê jî ew hemû şêweyên spartina ideolojî ya neteweyî, olî
û tayifî li ser şoreşê red dikin. Wiha jî ew bi mafê bervedêriya rewa re ne beramber amara rejîma dîktator.
3. Rewşenbîrên kurd bi Sûriyake sivîl, demokrasî, skyûlarîzm re ne, ku ji hemû welatiyên xwe re ye, ji hemû netewe, ol, teyife û rêbazan re ye. Di heman pêvajoyê de, ev rewşenbîr teqez dikin ku yekemîn karê niştimanî yê demokrasî ku pêwîst e opozisyon dijberiya wê bike, ew e ku bêhtir miletê Kurd li Sûriyê piştrast bike ku wê dema piştî ketina Esed ne vedeng be ji dema berê re. Ew jî di rêya danpêdana destûrî ya eşkere û zelal bi hebûna miletê Kurd wek beşekî bingehîn û sereke di cavak Sûrî de. Wiha jî garantiya destûrî ji mafên wî yên neteweyî, siyasî û rewşenbîrî yên dadwer re, di hundirê Sûriyake hevgirtî de.
4. Rewşenbîrên kurd dorpêçiya bajaran protest dikin. Herwiha doza rakirina dorpêçê ji ser Efrînê dikin, ew jî di çarçoveya hevpaymenekê de, di navbera hêzên ku li wê herêmê ne, bi awayekî ku ne dijî berjewendiya şoreşê be.
5. Rewşenbîrên kurd dengê xwe digihînin hêzên kurdî yên siyasî bi mebesta ku ev hêz xwe derxînin asta hevrikî û berpirsiyariyên vê qonaxa hestyar û girîng. Wiha jî bi mebesta rêxistin mala kurdî û çareserkirina nakokiyan bê tundûtîjî. Digel dûrketina ji bîreweriya serdestiyê.
6. Rewşenbîrên kurd destên xwe didin hevbeşên xwe di welat de, ji rewşenbîrên hemû pêkhateyan, bi mebesta pevgihîştin, hevkarî û hevahengiyê, di warê xizmeta welat, şoreş û paşeroja hevbeş de. Dîsa jî teqez dikin ku rewşenbîrî dikare tiştiên ku siyasetên ciyawaziyê yên ku rejîma sitemkar pêktanîne, derbas bike.
7. Rewşenbîrên kurd, helwêsta xirab a nerênî ya navdewletî, ku destê wê di tracîdya kûr a miletê sûriyê de ye, bixurtî protest dikin.
Hevdîtina rawêjkarî ya hejmarek ji rewşenbîrên kurd ên sûriyê
21.06.2013
Hewlêr