Berî çend rojan birayê serokê PKK, Mehmet Ocalan çûbû Imralî û hevdîtin ligel Abdullah Ocalan pêk anîbû.
Ocalan di peyama xwe de behsa nexweşiya xwe kiribû, her wiha gotibû ku tiştê hatibû ser milê wan bû, wan kir, êdî dor hatiye ser hikûmetê.
Her wiha diyar kiribû ku çareserî û birêvebirina pêvajoyê yekalî nabe.
Ocalan ji hikûmetê xwestibû ku ew jî tiştê tê ser milê wê pêk bîne.
Sibe roja înê, parlamentera Kurd Perwîn Buldan û Idris Baluken tên Hewlêrê û ji wir diçe Qendîlê, tevlî hevdîtinan dibin.
AVESTA KURD