Serrûpel Nûçe Bogdanov: Li Soçî komîteya Destûra Sûriyê tê avakirin

Bogdanov: Li Soçî komîteya Destûra Sûriyê tê avakirin

Belav bike

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Mîxaîl Bogdanov ragihand ku wê 1700 kes beşdarî Kongra Diyaloga Niştimanî ya Sûrî li Soçî bibin.

Kongra Soçî wê roja 29 û 30 meha 1 sala 2018 birêve biçe.

Bogdanov ji ajanseke Rûsî re axifî û eşkere kir ku, wê li Soçî komîteyek ji bo nivîsandina Destûra Sûriyê were avakirin, ew destû wê nêrîna piraniya nûnerên xelkê Sûrî bistîne, ew jî di navbera 1500 û 1700 kes de bin. Ewê li ser destûra nû ya Sûriyê erê bikin.

Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê her wiha diyar kir ku, ew kesên beşdarî Soçî bibin, wê nûnerên gelê Sûriyê bin.

Bogdanov got, li Soçî hem komîteyên Destûrê û hem jî gelekî komîteyên din wê werin avakirin, piştre jî ew beşdarî danûstandinên Cinêvê bibin.

Li gor gotina wî rayedarê Rûsî, wê lîsteya beşdarên Soçî ligel Îran û Tirkiyê were amadkeirin.