Ji bo wê konsertê bilêt jî hatine belavkirin.
Piştre eşkere bû ku ew tiştekî sexte bû.
Birêvebiriya Asayîşê Parêzgeha Silêmaniyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew konsert derewek bû.
Li gora daxuyaniyê, kesekî bi navê H.E.E. ji Silêmaniyê reklama hatina Shakira kiriye, bilêt çap kirine û firotine
Dozgeriyê di derbarê wê sextekariyê de dest bi lêpirsînê kiriye.
Milet doz li wî kesî vekiriye û pereyên xwe dixwaze.