Lİ herêma Deşta Fîsê, li ser rêya Amed û Çewlikê, komeke qelebelix a gerîlayên HPGê rê kontrol kirin û qasî 30 wesaît rawestandin. Gerîlayan kontrola nasnameyan kirine û ji rêwiyan re propaganda rêxistinê kirine.
Gerîlayên HPGê, leşkerekî bi navê Elî Sabanci, ku li Erzirom Narmanê leşkeriyê dike û 21 roj destur standiye û diçe cem malbata xwe a li navçeya Erebana Dîlokê dijîn, û 2 kesên din bi xwe re birin.
Piştî bûyer hat bihîstin, hêzên artêşa Tirkiyê dest bi operasyonan kirin.