Serrûpel Nûçe Şampiyonê Şatrancê Kasparov tê Kurdistanê

Şampiyonê Şatrancê Kasparov tê Kurdistanê

Belav bike


Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Peymangeha Setrencê ya Capablanca ji rojnameya Xebat re got: ‘’Demeke em hewl didin ku pêlewanê setrenca Rûsî Kasparov razî bikin daku serdana Kurdistanê bike, ji bo vê mebestê jî rêveberê peywendiyên derve yên peymangehê Satih El-Husrî ligel her du setrenczan Kasparov û Judit Polgar a Macarîstanî civiya. Di wê civînê de ew agahdar kirin ku bajarê Hewlêrê wek paytexta geştûguzariya Erebî bo sala 2014’an hatiye hilbijartin, piştre herdu yarîzan razî bûne ku destpêka sala nû serdana Kurdistanê bikin.’‘

Heman çavkaniyê da zanîn ku ji bo vê mebestê dê Peymangeha Setrencê ya Capablanca bi hevahengiya Kluba Setrencê ya Xenzad yariyeke-leyistikeke navdewletî bo her du setrenczanan li ser Keleha Hewlêrê organîze bikin û wan jî gotine ku kêfxweş dibin bi serdana Herêma Kurdistanê û leyistikek li ser Keleha Hewlêrê.

Garry Kasparov 20 salan li ser hev pêlewanê setrenca cîhanê bû û di sala 2005’ê de dest ji leyistikê berda. Niha serokê Dezgeha Mafê Mirov e ku baregeha wê li New Yorkê ye. Herwiha Judit Polgar a Macarîstanî jî setrenczaneke diyar a cîhanî ye û yekem jin e ku li ser asta cîhanê di setrencê de hevrikiya setrenczanên mêr dike. Basnews