Serrûpel Magazîn Aras stranekê ji bo Kurdistanê dibêje

Aras stranekê ji bo Kurdistanê dibêje

Belav bike



Strana ‘’Kurdistana Min’’ straneke niştimanî ye û berê di sala 1988-ê de ji aliyê hunermend Hogir Fatîh Resûlê birayê Aras ve bi navê ‘’Ser Kiz Nakim-Serî Natewînim’’ li Rûsya hatiye amadekirin û sala 1998-ê cara yekê bi hevkariya Aras tomar kir û klîp jî jêre hat kişandin.

Di dema borî de Aras Fatîh ev strana han bi şêwazekî nûtir, pêşketî û destkarîkirina beşek ji awazê wê tomar kir. Di tomarkirina vê stranê de nêzîka 40 kesî beşdar bûne.

Awazê strana ‘’Kurdistana Min’’ ya Hogir Fatîh e, nivîskarê beşekî tekstê nayê naskirin û beşê din ji aliyê Hogir Fatîh ve hatiye nivîsîn. Paragrafeke tam jî ji aliyê şaîrê mezin ê Kurd mamosta Ebdulla Peşêw ve hatiye nivîsîn û bi tekstê hemûyî de jî çûye. Guhertina çend paragrafan ji Soranî bo Kurmancî ji aliyê hunermend Xoşnaw Tîlo ve hatiye kirin.

Hêjayê gotinê ye Aras ev karê han pêşkêşî hemû gelê Kurd û Kurdistanê kiriye û di van rojan de bê beramber li ser tora internetê belav dike.

Aras hêvî dike ku hîç kanaleke televizyonê yên navxweyî-lokal û esmanî vîdyo-klîpê ji vê stranê re çênekin, ji ber di demeke nêzîk de ew bi xwe klîpê jêre dikşîne û bi rêzdarî bê hîç beramberekî pêşkêşî hemû kanalan dike.