Ew 28 salî bû û keçeke wî ya biçûk bi navê Bêlîn heye.
Bûyer wiha qewimî ye:
– Rojê 15 vê mehê, mefrezeyek ji asayîşa ser bi PYD, li gundê Latîfiyê a girêdayî bajarê Qamişlo, Husên Abdulselam Şakir dane ber gulan, ji ber ku asayîşê bi otomobîlên xwe rê girtibûn û Husên ji wan xwestibû ku rê bidin wî derbas bibe, ew kuştin û pismamekî wî jî birîndar kirin.
Husên Abdulselam 28 salî, hevjîna xwe teve zarokekî li şûn xwe ve hêşt, ji malbatekî şoreşger û navdêre, duh bi amedebûna komîteya aşitiya civakî a bi ser Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê û teve xizm û malbata wî ew li gorîstana Latîfiyê veşartin.
Xizm û malbatên Husên dibêjin, ew teve du pismamên xwe vedigeriyan gundê Latîfiyê, ku nîzîkî li gund dikin, mefrezeyek ji asayîşa ser bi PYD li ser rêkê gund rawestiyabûn, ku ew rê jî gelekî tenge, ji ber wê Husên ji wan xwest ku otomobîlên xwe hinekî bi din aliyekî da ew derbas bibe, lê kesê wê mefrezê ji Husên û herdu pismamên wî re gotin, ew parastina xak û welatiyan dikin, û li ku derê bixwazin ewê li wir rawestin, û pişt re di navbera heru aliyan de axaftinên dijwar û hişk rû da, û çekdarên asayîşê gule berdan wan û di cî de Husên jiyana xwe ji dest da.
Li gor axaftina xelkên gund, ewna çend caran çekdarên asayîşê red kiribûn, û nerazîbûna xwe li hemberê çêkirina nokteyekî wan li gund derketibûn, ji ber wê jî asayîşa PYDê rikê xwe li xelkê wî gundî kiribûn.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/171020132#sthash.LBf4wpqp.dpuf
– Rojê 15 vê mehê, mefrezeyek ji asayîşa ser bi PYD ve, li gundê Latîfiyê a girêdayî bajarê Qamişlo, Husên Abdulselam Şakir dane ber gulan, ji ber ku asayîşê bi otomobîlên xwe rê girtibûn û Husên ji wan xwestibû ku rê bidin wî derbas bibe, ew kuştin û pismamekî wî jî birîndar kirin.
Husên Abdulselam 28 salî, hevjîna xwe teve zarokekî li şûn xwe ve hêşt, ji malbatekî şoreşger û navdêre, duh bi amedebûna komîteya aşitiya civakî a bi ser Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê û teve xizm û malbata wî ew li gorîstana Latîfiyê veşartin.
Xizm û malbatên Husên dibêjin, ew teve du pismamên xwe vedigeriyan gundê Latîfiyê, ku nîzîkî li gund dikin, mefrezeyek ji asayîşa ser bi PYD li ser rêkê gund rawestiyabûn, ku ew rê jî gelekî tenge, ji ber wê Husên ji wan xwest ku otomobîlên xwe hinekî bi din aliyekî da ew derbas bibe, lê kesê wê mefrezê ji Husên û herdu pismamên wî re gotin, ew parastina xak û welatiyan dikin, û li ku derê bixwazin ewê li wir rawestin, û pişt re di navbera heru aliyan de axaftinên dijwar û hişk rû da, û çekdarên asayîşê gule berdan wan û di cî de Husên jiyana xwe ji dest da.
Li gor axaftina xelkên gund, ewna çend caran çekdarên asayîşê red kiribûn, û nerazîbûna xwe li hemberê çêkirina nokteyekî wan li gund derketibûn, ji ber wê jî asayîşa PYDê rikê xwe li xelkê wî gundî kiribûn. (Rûdaw)