Serrûpel Nûçe Hak-Par û Gruba Dîcle û Firat wê pêşwaziya Barzanî bikin

Hak-Par û Gruba Dîcle û Firat wê pêşwaziya Barzanî bikin

Belav bike


 

Li hemû aliyên medyayê, siyaset û ragihandinên cihê cihê de bahsa erênî û nerêniya vê serdanê, bi taybet jî serdana wî ya Amedê tê kirin.

 

Di vê çarçevoyê de ev roj li Dezgeha Rojnemevanan ya Amedê, bi beşdarbûna rayeradên Pertiya Maf û Azadiyan- Hak-PARê, Platforma Demokratên Kurd- PDK û Grûba Diyalogê ya Dicle Firatê bi daxuyaniyekê  diyarkirin ku dê pêşvaziyê li birêz Mesûd Berzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel wî bikin.

 

Daxuyaniya ku li ser navê Hak-Par tayê Amedê Vasif Kahraman û li ser navê PDKê Tahsîn Sever xwend tê de vê serdanê wek serdaneke dîrokî binav kirin û weha wesfandin; “emê bi rêzdarî pêşwaziya tekoşerê doza Netewa kurd û serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bikin ku dê serdana bajarê me bike.”

 

Di heman daxuyaniyê de bang li hemû aliyên kurdan hat kirin ku pêkve , bi geş û girseyî pêşvaziya birêz Mesûd Berzanî Serokê Herêma Kurdistanê bê kirin.

 

Dirêjahiya vê daxuyaniyê weha ye:

 

       Em ê bi serbilindî û kêfxweşî pêşwaziya rêzdar Mesûd Barzanî bikin

 

Em bi navê sazî û dezgehên xwe, bi rêzdarî xêrhatin û pêşwaziya tekoşerê doza neteweya kurd Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û şandeya kurd dikin ku dê di 16ê Çiriya Paşîn de bi serdaneke fermî bên Amedê.

 

Ev serdana dîrokî û qedirbilind ku dê li vî bajarê qedîm bê kirin, ne serdaneke ji rêzê ye. Lewra, Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî yekem car e ku bi şêweyeke fermî serdana bajarê me dike. Hun jî dizanin ku piştî eşkerebûna hatina rêzdar Barzanî, di nav hemû kurdan û bi taybet gelê Amedê de coş û kelecaneke mezin peyda buye.

 

Wek tê zanîn, ev serdan di wext û rewşeke gelek girîng û hesas de pêk tê ku li seranserê Rojhilata Navîn pêşî li guhertinên ciddî hatiye vekirin û herweha, ev herêm dê ji nû ve bê vesazkirin. Gelê Kurd jî, bi taybet Birêvebiriya Herêma Federe ya Kurdistanê di pêvajoya vê vesakirinê de aktor û xwedî roleke girîng e.



Nermbûna pêwendiyên Emerîka û Îranê, hevdîninên rayedarên Tirkiyeyê û Hikumeta Navendî ya Iraqa Federe, rewşa Suriyeyê û PYDê, pêvajoya “aşîtî û çareseriyê” ya li Tirkiyeyê û hwd. aktorên herêmê mecbûr kirine ku her yek ji xwe re li ser xeteke nû hevalbend û hevpeymanên nû peyda bike.

 

Ji ber vê yekê ye ku ev serdana rêzdar Barzanî serdaneke ji rêzê nîn e. Ligel aliyê wê yê dîplomatîk aliyê wê yê siyasî, aborî, dîrokî û çandî jî heye. Bi taybet ji bo Gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê ev serdan, serdaneke gelek watedar e. Herweha, em di wê baweriyê de ne ku bi vê serdan û hevdîtina rêzdar Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê birêz Receb Teyîb Erdogan dê pêwendiyên Tirkiyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bighîne radeyeke stratejîk.

 

Wek tê zanîn, rêzdar Barzanî jî yek ji aktore siyasi ya pêvajoya “aşîtî û çareseriyê” ya li Tirkiyeyê ye ku ev salek zêdetir e tê meşandin. Em di wê baweriyê de ne ku rêzdar Barzanî, rola xwe ya di vî derbarî de jî bi cîh bîne û ji bo encamwergirtina ji vê pêvajoyê, bi piştgirî û pêşniyarên xwe asoya birêz Erdogan ya derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de firehtir bike.

 

Ji ber vê yekê ye ku em vê serdanê, ji hemû aliyan ve wek serdaneke dîrokî dibînin û hêviya me ew e ku hemû aliyên siyasî yên Kurd jî, di vê çarçoveyê de nêzîgahî li vê serdanê bikin û li ser vê esasî binirxînin.


Elbet tişteke din jî heye; dibe ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan vê serdanê wek amûreke siyasî jî bikar bîne û bixwaze ji bo hilbijartinên herêmî ji vê serdanê sûd werbigire. Lê, divê bê zanîn ku helwesteke bi vî rengî jî, dê tiştek dîrokbûnî û giringiya ve serdanê nede windakirin.

 

Wek sazî û dezgehên kurd, em ê bi hatina tekoşerê doza neteweya kurd Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û şandeya kurd ya bajarê Amedê ku ji bo hemû kurdên li dinyayê wek kela serhildan û berxwedanê tê dîtin, gelek kêfxweş û serbilind bin.
Bı salv û Rêz.. 14.11.2013

 

                HAK-PAR (Partiya Maf û Azadiyan)                                             

              Dicle Fırat Diyaloğ Grubu