Serrûpel Magazîn “Eger kurekî min çêbibe ezê nav bikim Aştî”

“Eger kurekî min çêbibe ezê nav bikim Aştî”

Belav bike

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Diyarbekirê de hat Walîtiya Diyarbekirê.   

Serokwezîr Erdogan piştî serdana li Şaredariya Diyarbekirê bi otobêbê hat avahiya Walîtiyê.

Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Beşîr Atalay, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Emîne Erdogan jî bi Serokwezîr Erdogan re hatin.

Piştî Serokwezîr Erdogan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat Walîtiyê. Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahît Kiraş pêşwaziya Barzanî kir.

Paşê jî hunermend Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlses hatin avahiya Walîtiyê.

Tatlises got, eger kurekî wî çêbibe wê nav bike Aştî.
AA