Piştî 37 salan cara yekê ye Şivan vedigere welat.
Heta niha ji ber gelek sedeman ew nikaribû vegere, hem dewletê rê nedida hem jî PKK. Ji ber vê yekê Şivan gelek caran bang li dewletê û serokê PKK Abdullah Ocalan kir ku rê li ber wî vekin ew vegere welatê û dawî li wê hesretê bîne.
Di civîneke çapemeniyê de, dema ku pirsa diya wî hate kirin, hêstir ketin çavên wî û giriya.
Got, dema ku behsa diya min tê kirin, ez digirîm, ez deyndarê wê me, piştî xwedê dayîk tê, min dixwest diya xwe bibînim, pêre suhbet bikim, lê min nedît. Min heta niha gora diya xwe ziyaret nekiriye, malbata xwe ziyaret nekiriye,
Şivan Perwer spasiya Mesûd Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir ku ji bo vegera wî ya welat bûne alîkar.
AVESTA KURD