Serrûpel Nûçe Penaberekî Kurd li Bulgarya ji kerba mir

Penaberekî Kurd li Bulgarya ji kerba mir

Belav bike

Her ku diçe rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê li welatê Bulgaristanê xirabtir dibe û li kampeke wî welatî,  koçberekî rojavayî ji ber dilkutkê jiyana xwe ji dest dide.

 

Ew koçber navê wî Qehtan Mihemed Zekî ye û ji bajarê Tirbespiyê ye, ew û sê zarokên xwe û hevjîna xwe ji Tirkiyê bi qaçaxî derbasî Bulgaristanê bibûn û qaçaxçiyan pareyên wî xwarin.

 

Di nav kampê de jî jiyana Qehtan pir xirab bû û bi dilkutkê jiyana xwe ji dest, êdî hevjîna wî û her sê zarokên wî bi tenê niha di nav kampên Bolgaristanê de ne. Rûdaw

 

Berpirsê Encûmena Niştîamaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Zuhêr Mihemed, derheqê vê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand ku ew koçber ji kerba ve jiyana xwe ji dest daye û nexweşiya kirîza dil pê re çêbûye.

Zuhêr Mihemed her wiha da zanîn, ku cenazeyê wî koçberî dê ji bo Sûriyê bê şandin û çêdibe di rêya balyozxaneya Sûriyê li Bulgaristanê re cenazeyê wî bişînin Sûriyê.

Nêzîkî deh hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê di nav kampên Bulgaristanê de hene ku ji nav Tirkiyê derbasî wî welatî bûne. Rûdaw

Ji kerba koçberekî Rojavayê Kurdistanê di nav kampên Bulgaristanê de jiyana xwe ji dest dide.

 

Her ku diçe rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê li welatê Bulgaristanê xirabtir dibe û li kampeke wî welatî,  koçberekî rojavayî ji ber dilkutkê jiyana xwe ji dest dide.

 

Ew koçber navê wî Qehtan Mihemed Zekî ye û ji bajarê Tirbespiyê ye, ew û sê zarokên xwe û hevjîna xwe ji Tirkiyê bi qaçaxî derbasî Bulgaristanê bibûn û qaçaxçiyan pareyên wî xwarin.

 

Di nav kampê de jî jiyana Qehtan pir xirab bû û bi dilkutkê jiyana xwe ji dest, êdî hevjîna wî û her sê zarokên wî bi tenê niha di nav kampên Bolgaristanê de ne.

 

Berpirsê Encûmena Niştîamaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Zuhêr Mihemed, derheqê vê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand ku ew koçber ji kerba ve jiyana xwe ji dest daye û nexweşiya kirîza dil pê re çêbûye.

Zuhêr Mihemed her wiha da zanîn, ku cenazeyê wî koçberî dê ji bo Sûriyê bê şandin û çêdibe di rêya balyozxaneya Sûriyê li Bulgaristanê re cenazeyê wî bişînin Sûriyê.

Nêzîkî deh hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê di nav kampên Bulgaristanê de hene ku ji nav Tirkiyê derbasî wî welatî bûne.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/world/221120132#sthash.olq41lr4.dpuf