Dengê wî gelek xweş bû .Pir bi rêz û hurmet bû.ji aliyê hevalên xwe xwediyê hêzek mezin bû. Ji wî gelekî hez dikirin ,ji hevalan ra distira di polê de. Gava diaxivî sor dibû, nikarî bû biaxiviya. Lê dema ku distira, tu pirsgirêk tunê bû û dengekî zelal derdike tevî wan stranên ku zêdeyî bi xwe dinivîsand û bi dengê tembûra xwe bi melodiyên xweş dinexişand.
Xortekî cuda bû çavên wî tim neda wî bûn pir bi hêst bû. Ew xortê nu gihaştî, doza welatê xwe , doza mafê xwe ,tekoşîn u şoreşgeriya azadiya welatê xwe kir. Lê nizanî bû ku ew jî ji çerxa felekê re derbas bibe. Di xemgîniya bê dayikbûnê de, birayekî xwe jî wenda kir û xemgîniya wî hê zêdetir bûbû. Dest bi sitrana li dawet û şahiya kir. Kasetê xwe ê yekem derxist. Êdî gel bi dengê wî yê xweş, sitranên Kurdî û şoreşgerî hesîya bûn. Lê weka her xortekî Kurd, ji ber xebat û sitranên Kurdî, hat tawanbar û suçdar kirin. Diviya bû ku ji welatê xwe derkeve, penaber bibe ,bi welatan keve. Mixabin ji welat derket û çu Swêd.
Tenê bû Zîwer,bê kes û bê ziman. Li wir jî welatpareziya xwe domand û tev li karên welaparêziyê ji derveyî welêt domand.Nivîsand, di şevên Newrozan de û şahî yên kurdî ên kurdên mihacir/surgunê de beşdar bû û bi dengê xwe ê zelal hişê guhdarvanên kurd bir li ser axa pîroz… Nexweş ket ji ber hesreta welat ê xwe ,ax u ava xwe . Wî li nexweşxanê razandin. Ew bi jana zirav keti bû. Demeke dirêj di nexweşxanêde mabû.
Du roman nivîsand. Bi navê “Soro” û “Xanê”. Brîndar bi nivîsandina van herdu romanan bû nivîskara yekemîn di nava kurdên bakûr, di roman nivîsandinê de.
Jiyana Swêd, jiyanek sar û bi hisret bû. Kurd bi rave kirina nav û doza xwe de azad bûn. Lê, ew malmîrata hisreta welat, nas û nêzîkan.. Piştî demek dirêj, bi dotmam a xwe re zewicî û dû çend salan ji Swêd bar kir çû Elmanyayê cihê bû. Li Swêd, bêdilî be jî jiyanek ava kirî hebû û gelek dost, nasên wî dû de xemgîn bûn û Brîndar bi vê yekê koça dûwemîn bicîh anî.
Brindar ,bubu kehremanê gelek helbest û çirokê evîndaran,
Birindar hunermend bû, siyasetmedar bû, rojnamevan bû, niviskar bû ,helbestvan bû. şoreşgerî u tekoşîna xwe li vir domand. Ew kilê çavê Kurdan e ,bê dengiya wî li dinyayê belav bû..
Rêwitî û surguna ji Nisêbîn a rengîn heta jiyana a xeribiyê… Hîna jî didome û hîna jî kurdewariya Brîndar her didome…
ZÎNÊ AMEDÎ – Rojevakurd
Di heft salîya xweda ,dayika wî jiyana xwe ji dest dabû ,dayka wî êdî tunebû,ji ber vê xemgîniya mezin di hundirê xwe de, nediaxivî…Li Nisêbînê diçu dibistanê, li gel bapîre xwe bû. Gelekî bê deng bû.bi navê xwe yî ZÎWER DAĞ di polêde serkeftî bû.
Dengê wî gelek xweş bû .Pir bi rêz û hurmet bû.ji aliyê hevalên xwe xwediyê hêzek mezin bû. Ji wî gelekî hez dikirin ,ji hevalan ra distira di polê de. Gava diaxivî sor dibû, nikarî bû biaxiviya. Lê dema ku distira, tu pirsgirêk tunê bû û dengekî zelal derdike tevî wan stranên ku zêdeyî bi xwe dinivîsand û bi dengê tembûra xwe bi melodiyên xweş dinexişand.
Xortekî cuda bû çavên wî tim neda wî bûn pir bi hêst bû. Ew xortê nu gihaştî, doza welatê xwe , doza mafê xwe ,tekoşîn u şoreşgeriya azadiya welatê xwe kir. Lê nizanî bû ku ew jî ji çerxa felekê re derbas bibe. Di xemgîniya bê dayikbûnê de, birayekî xwe jî wenda kir û xemgîniya wî hê zêdetir bûbû. Dest bi sitrana li dawet û şahiya kir. Kasetê xwe ê yekem derxist. Êdî gel bi dengê wî yê xweş, sitranên Kurdî û şoreşgerî hesîya bûn. Lê weka her xortekî Kurd, ji ber xebat û sitranên Kurdî, hat tawanbar û suçdar kirin. Diviya bû ku ji welatê xwe derkeve, penaber bibe ,bi welatan keve. Mixabin ji welat derket û çu Swêd.
Tenê bû Zîwer,bê kes û bê ziman. Li wir jî welatpareziya xwe domand û tev li karên welaparêziyê ji derveyî welêt domand.Nivîsand, di şevên Newrozan de û şahî yên kurdî ên kurdên mihacir/surgunê de beşdar bû û bi dengê xwe ê zelal hişê guhdarvanên kurd bir li ser axa pîroz… Nexweş ket ji ber hesreta welat ê xwe ,ax u ava xwe . Wî li nexweşxanê razandin. Ew bi jana zirav keti bû. Demeke dirêj di nexweşxanêde mabû.
Du roman nivîsand. Bi navê “Soro” û “Xanê”. Brîndar bi nivîsandina van herdu romanan bû nivîskara yekemîn di nava kurdên bakûr, di roman nivîsandinê de.
Jiyana Swêd, jiyanek sar û bi hisret bû. Kurd bi rave kirina nav û doza xwe de azad bûn. Lê, ew malmîrata hisreta welat, nas û nêzîkan.. Piştî demek dirêj, bi dotmam a xwe re zewicî û dû çend salan ji Swêd bar kir çû Elmanyayê cihê bû. Li Swêd, bêdilî be jî jiyanek ava kirî hebû û gelek dost, nasên wî dû de xemgîn bûn û Brîndar bi vê yekê koça dûwemîn bicîh anî.
Brindar ,bubu kehremanê gelek helbest û çirokê evîndaran,
Birindar hunermend bû, siyasetmedar bû, rojnamevan bû, niviskar bû ,helbestvan bû. şoreşgerî u tekoşîna xwe li vir domand. Ew kilê çavê Kurdan e ,bê dengiya wî li dinyayê belav bû..
Rêwitî û surguna ji Nisêbîn a rengîn heta jiyana a xeribiyê… Hîna jî didome û hîna jî kurdewariya Brîndar her didome…
ZÎNÊ AMEDÎ
– See more at: http://www.rojevakurd.com/nivisar/14649-dengiya-deng.html#sthash.9qSBJJIB.dpuf