Serrûpel Hevpeyvîn General Mezlûm Kobanî: Amade me navbênkariya PKK û Tirkiyê bikim

General Mezlûm Kobanî: Amade me navbênkariya PKK û Tirkiyê bikim

Belav bike

Di hevpeyvîneke xwe de ligel malpera Al-Monitora ya Amerîkî de, fermandarê giştî yê HSD Genela Mezlûm Kobanî got, her kes di wê baweriyê de ye ku divê Kurdên Sûriyê bi xwe Rojava îdare bikin û bi xwe biryarê bidin û kesek ji derve mudaxele neke.

Her wiha got, ew naxwazin bibin beşek ji nakokiyên di navbera PKK û PDK de. Got: Em weke Kurdên Sûriyê, weke HSD û Rêveberiya Xweser ne li dijî PKK ne jî ligel in, ne li dijî PDK ne ne jî ligel in, em alîgiriyê nakin.

Em hemû di wê fikrê de ne ku nabe kesek mudaxeleyî karê me bike li Rojavayê Kurdistanê. Dema ku me helwesta xwe diyar kir, wê demê Jim Jeffrey jî hebû.

ENKS xwestiye di rêkeftina ligel PYD de navê PKK were nivîsandin ku ji Rojavayê Kurdistanê derkeve, general Mezlûm dibêje: Rast e, lê em naxwazin nav di rêkeftinê de were eşkerekirin, ne PKK ne jî navê rêxistineke din, di şerê li dijî Daişê de me ji PDK jî alîkarî xwest,min ji ENKS re got, emê nakokiyan derbas bikin, min got eger em ji bo Rojava başiyê dixwazin emê nakokiyan derbas bikin.

“Aloziyên di navbera PKK û PDK de wê zerareke mezin bigihîne danûstandinên Kurdî li rojavayê Kurdistanê, ji bo ku ew alozî kêm bibin, em hem bi YNK hem jî bi rêz Nêçîrvan Barzanî re di pêwendiyê de ne, ne tenê Rojava wê hemû Kurd ji wan aloziyan zerarê bibînin…”

General Mezlûm got, karê eskerî û siyasî li cem wî tevlî hev bû ye, niha ew her duyan bi hev re dimeşîne, ewê di dema pêş de giraniyê bide karê siyasî