Serrûpel Magazîn Min dixwest bibime gerîla

Min dixwest bibime gerîla

Belav bike

Hefteya borî, Festîvala Fîlmên Jinan a Gezika Firok hat lidarxistin. Di festîvalê de, lîstikvana sînemayê a tê naskirî Fusun Demîrel xelata rûmetiyê wergirt.
Fusun Demîrel, li ser pirseke rojnameya Radîkalê, xeyaleke xwe eşkere kir. Lê pirsîn, “lehengeke we a jin heye?” Demîrel bersiveke balkêş da, “di ciwaniya xwe de, min ji Artêşa Rizgariya Gelê Filistînê Leyla Xalid ji xwe re îdealîze dikir. Min xeyal dikir ku ez wek wê şoreşgereke wêrek, gerîla bim.”  
Fusun Demîrel, heta niha pirr cara di fîlmên civakî de lîstiye. Di fîlma “zilamê mezin evîna biçûk” de, rista jineke Kurd a ku nasnama xwe, li bajarê mezin, wek Stenbolê mecbûr dimîne vedişêre û di dawiyê de, her tiştî dide ber çava û dibêje “ez jî Kurd im” lîstibû.
Niha, di rêzefîlmeke populer a televizyonê de, di “Dinya Derewîn – Yalan Dunya” de dilîze.